Alîkarî:Gotareke nû

Çêkirina gotareke nû biguhêre

  • Girêdanekê bitikîne û li rûpeleke vala binivîse. Heke tu girêdaneke sor bitikînî, rûpeleke vala vedibe. Tiştekî binîvîse û bişkoka Rûpelê tomar bike bitikîne. Ew qasî hêsan e.
  • Heke girêdan ji bo gotara te tine be, pêşî di rûpeleke din de girêdanekê ji bo gotara xwe çêke. Piştre wê girêdana xwe bitikîne û gotara xwe binîvîse. An jî
  • Navê gotarê li jor li ser qutiya Lêgerînê binivîse, bişkoka Gotarê bitikîne û pişt re jî nivîsa vê gotarê binivîse bitikîne.

Ez bala xwe bidim çi? biguhêre

  • Divê gotar (meqale, bend), nivîseke te ya li ser mijarekê be. Bi hevokên rast binîvîse. Nivîsên te ji kopyayên nivîsên kesên din baştir in.
  • Gotar ne reklam e, ne jî bi tenê girêdaneke ji malpereke din re ye.
  • Dema tu rûpeleke nû çêdikî, pêwiste ku
  1. girêdanek di vê rûpelê de hebe
  2. girêdanek ji vê rûpelê re hebe

Eger wisa nebe ev rûpel zêde otonom e, mirov nikarin bibînin.