Akwa Ibom (parêzgeh)

Parêzgeha Akwa Ibomê (bi inglîzî: Akwa Ibom State), parêzgehekî (wîlayet) Nîjeryayê ye. Li parçeya başûrî yê beravî ya Nîjeryayê ye. Serbajarrê wî Uyo ye. Li parçeya başûrî yê beravî ya Nîjeryayê ye. Di navbera hêlîpanên 4°32′N û 5°33′N, û hevêrkeyên 7°25′E û 8°25′E cih distîne. Parêzgeh li rojhilatê ji aliyê Parêzgeha Cross River ve, li rojavayê ji aliyê Parêzgeha Rivers ve û li başûrê ji aliyê Okyanûsa Atlantîk ve û li serê başûrê Parêzgeha Cross River ve hatiye sinorkirin.

Parêzgeha Akwa Ibomê
Land of Promise
Akwa Ibom State
Damezrandin 23ê îlona 1987
Parêzgeha Akwa Ibomê li ser nexşeya Nîjerya nîşan dide
Parêzgeha Akwa Ibomê
Parêzgeha Akwa Ibomê
Parêzgeha Akwa Ibomê (Nîjerya)
Nexşeya parêzgehê
Kargêrî
Dûgel Nîjerya
Welat  Nîjerya
Paytext Uyo
Walî Udom Gabriel Emmanuel
Demografî
Navê nîştecihan nîjeryayî (yj.) /nîjeryayiyan (pj.)
Gelhe 2,359736, 4,805,470 kes (1991, 2005 [texmînî])
Berbelavî 330 kes/km²
Erdnîgarî
Rûerd 7081 km²
Koordînat 5°00′Bk 7°50′Rh / 5°Bk 7.83°Rh / 5; 7.83
Dem (UTC) UTC+01
Agahiyên din
Koda postayê 520211, 520212, 520221, 520222, 520231, 520232, 520241, 520251, 520261, 520271
Malper akwaibomstate.gov.ng

Akwa Ibom yek ji 36 parêzgehên Nîjeryayê ye, bi nifûsa xwe ya zêdetirî milyon kesan û bêhtirî 10 milyon kesên li diyasporayê ye. Ew di sala 1987an de bi veqetandina ji parêzgeha Cross Riverê hatiye avakirin û hêjî petrol û gaza herî bi kalîte li welatê ji vê parêzgehê tê derxistin. Bajara Uyoyê, bi zêdetirî 500, 000 rûniştvanên xwe serrbajara parêzgehê ye. Akwa Ibom xwediyê balafirgekekî (Akwa Ibom International Airport) û du benderên sereke yên li ser Okyanûsa Atlantîkê ye û tê pêşniyarkirin ku li Oronê benderekî di standardên cihanê de yê bi navê Ibaka Seaport'ê were avakirin. Hikûmet her wiha bi kompleksa sporê ya ultramodern yê 30, 000 kesî pesna xwe dide. Parêzgeha Akwa Ibomê ji E-kitêbxaneya Ibomê re, navenda agahiyê yê di standardên cihanê de, malxwêyî dike. Tevî zimanê îngilîzî zimanên sereke zimanê îbibioyî, zimanê annangî, zimanê eketî û zimanê oronî ne.

Bajarên sereke biguhêre

Uyo, Eket, Ikot Ekpene, Oron, Abak, Ikot Abasi, Ikono, Etinan, Esit Eket û Uruan.

Deverên hikûmeta hêremî biguhêre

Parêzgeha Akwa Ibomê ji sî û yek (31) deverên hikûmetê yê hêremî pêk tê. Ew: