Akin Bîrdal (jdb. 1948a li Sirgûc, Kele, Parêzgeha Dîlokê[1]) serokê kevn ê ÎHD'ê û siyasetmedarekî tirk e. Serokê fahrî ya SDP û Endamê koma DTP'ye di parlamena Tirkiyê de ye.

Akin Birdal
Navê rastî
Akın Birdal Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn2 kanûna paşîn 1948 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Meqam
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
Xelat
  • Amnesty International Menschenrechtspreis (1998) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Akin Bîrdal di sala 1948an de li keleyê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn, li Nigdeyê temam kir. Di sala 1966an de Fakûlteya Çandinê ya Zanîngeha Enqereyê xelas kir û di sala 1970an de bû mûhendîsê çandinê. Di salên xwe yên xwendekariyê de bû serokê Komeleya Ciwanên Nigdeyê. Di Cemiyeta Xwendekarên Fakûlteya Çandinê de wezife wergirt. Di sala 1973an de Birdal, li Zanîngeha Gaziyê, masteriya xebitandinê kir û di wan salan de, di Baskên Rêveberiyê yên Navenda Odeyên Muhendîsên Çandinê û TMMOByê de wezîfe kir.

Di sala 1977an de, bû serokê Yekîtiya Nigde ya KÖY-KOOP ku rêxistina feqîran a aborî û demokratîk bû. Di heman demê de jî di Rêveberiya Yekitiya Navendî de jî cîh digirt û serokatiya rêxistin-perwerde, weşan-çapemenî û têkîliyên bi gel re dimeşand.

Akin Birdal ku di salên 1977 – 1980an de, endametiya Desteya Rêveberiya Navendî ya Malêngel dikir, di wan deman de, bû wezîfedarê hîndekariyê yê Enstîtuya Koperatîfiyê ya Zanîngeha Gaziyê.

Di sala 1980an de bi darbeya leşkerî ya 12 îlonê re, bi rêveberiyên KÖY-KOOPê re, salekê di Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê de girtî ma. Birdal, pişti girtîgehê sê salan dikandarî kir û di sala 1984an de piştî ku ji hemû dozên jê dihat mehkemekirin beraat kir, di qada Mîmariya Peyzajê de dest bi xebatê kir.

Di sala 1986an de tevlî xebatên damezirandina rêxistina Mafê Mirovan İHDê bû û heta sala 1992an Sekreteriya Giştî ya Komeleyê meşand. Di sala 1992an de, bû Serokê Giştî yê Komeleyê. Di sala 1997an de, bû cîgirê Serokê Federasyona Komeleyên Mafê Mirovan ên Navneteweyî û vê erka xwe sê deman li ser hev heta sala 2007an meşand.

Birdal, di meha gulana 1998an de, li Navenda Giştî ya İHDê rastî êrîşeke çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. Wekî din ji ber axavtinên di sala 1995, 1996an di Rojên Aştiya Cîhanê 1ê îlonê li Enqere û Mêrsînê kir, du salan bi cezayê girtîgehê hate cezekirin û di salên 1999 û 2000î de di girtîgehê de ma. Ji ber vê darazxwarina xwe, bi hişyarnameya Wezareta Karê Hundir a Dewleta Tirkiyê re, neçar ma ji Serokatiya Giştî ya İHDê veqete. Di sala 1995an de di hilbijartinên giştî de, weke namzetê Mêrsînê yê Bloqa Ked, Aştî û Azadiyê hate nîşandan. Bîrdal di vir de bi tevî ku bi qasî were hilbijartin deng wergirt jî, bi sedema ku bendava ji sedî 10an nehate derbaskirin, mafê hilbijartinê bidest nexist.

Dîsa di sala 2002an de jî Bîrdal, bû namzetê Mêrsînê yê Bloqa Ked, Aştî û Demokrasiyê, lê belê vê carê jî ji ber darazxwarina benda 312emîn, ji aliyê YSK (Desteya Bilind a Hilbijartin)’ê ve namzetiya wî ya parlementeriyê hate vetokirin.

Di sala 2002’an de, di damezirandina Partiya Demokrasiya Sosyalîst de cîh girt û bû Serokê Giştî yê Partiyê. Bîrdal li vir du salan di wezîfeyê de ma. Akin Bîrdal niha Serokê Giştî yê İHD’ê û SDP’ê yê rûmetê ye.

Berhem biguhêre

Akin Bîrdal li ser kooperatîfiyê û mafê mirovan de gelek qûncik û lêkolînên hatin weşandin nivîsand. Wekî din niha sê pirtûkên Bîrdal ên ji bîranîn, ceribandin û çîrokan pêk tê hene.

Evana :

  • Sol Elim –Ulucanlardan Notlar (Ji Ulucanê têbînî): Anı (Belge Yayınları, -2002)
  • Betula: Öyküler (Çîrok) (Aykırı Yayıncılık -2004)
  • Cansuyu: Deneme ve köşe yazıları (Ceribandin û Quncik nivîs) (Belge Yayınları -2003; Aykırı Yayıncılık -2006)

Bîrdal di warê mafê mirovan de, di qada neteweyî û navneteweyî de gelek xelat wergirtine.

Akin Bîrdal, di hilbijartinên sala 2007’an de, ji lîsteya ‘Hezar Hêvî’ ji bajarê Amedê weke berendamê parlementeriyê hate nîşandan û di lîsteya rêza 23êmîn de hate hilbijartin. Bîrdal piştî ku weke parlementerê serbixwe hate hilbijartin, tevlî koma partiya DTPê bû.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Birdal'a bir destek de Ahmet Nesin'den geldi". Yüksekova Haber Portalı (bi tirkî). Roja gihiştinê 8 kanûna pêşîn 2022.