Ahmet Önal, weşanger, edîtor û nivîskar ê kurd e.

Di sala 1956an de li Çewligê, Navçeya Gêxîyê, nehiyeya Azadpêrtê, gundê Cunan di nav malbateke navhali de hat dinê. Dibistana seretayî li gundê xwe (1962-1967), dibistana navîn (1968-1971) û amadeyî (1971-1974) li Gêxiyê, xwendina xwe ya bilind (Enstitûya Perwerdehiyê) (1977-1979) jî li Çewligê qedand. Salekê li Çewlîgê li gundê Nebiyan mamostatî kir. Di darbeya faşîst a 12ê îlona 1980an de ji ber xebata xwe ya siyasî hate girtin û ji mamostatiyê hate avêtin. Bi cezaya darvekirinê hate darizandin û 10 sal cezaya hepsê lê hate birîn. Di sala 1987an de ji zindanê derket. Di damezrandina Weşanên Med (1992), Weşanên Zêl (1994) û Weşanên Nûjen (1996) de cih girt û wek rêvebirê weşanên giştî yên van weşanxaneyan kar kir. Piştî ku ev weşanxane hatin girtin, di sala 1997an de Weşanên Pêrî damezrand û di bin banê vê weşanxaneyê de 360 pirtûk (230 bi tirkî, 130 bi kurdî pirtûkên dîrok-lêkolîn, bîranîn, wêje hwd.) çapkirin. Derheqê 29 pirtûkên ku wî çapkirin de doz hatin vekirin û ew hate darizandin. Ji heşt dozan ceza lê hat birîn. Ji ber vê jî çar mehan hate hepskirin. Hîn jî di pênc dozan de tê darizandin.

Li gel weşangerîyê di weşandina kovara Newroz Ateşii (1992) û rojnameya Jiyana Nû (1994) û rojnameya Roj (1996) de cih girt û di desteya weşanê yên van weşanan de cih girt.

Di sala 2003an de li Swêdê di beşa Zimanên Asya Hind û Îranî ya Fakulteya Zimanan a Zanîngeha Uppsalayê de dewrekê (ji bo mamostetîya dibistanên amadeyî û dibistanên hevta) xwend. Ehmed Onal ku gotar û nivîsên wî di kovar, malper û pirtûkên cihê cihê de hatine weşandin, xwedî û edîtorê Weşanên Pêrîyê û endamê desteya rêvebir a Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ye.

Çavkanî biguhêre