Agirê Jiyan (berê: Koma Agirê Jiyan) komeke muzîka kurdî ye.

Konsereke Agirê Jiyan, li Stembolê (2009)

Agirê Jiyan wekî yek ji komên muzîkê yên NÇM a Stembolê bi navê "Koma Agirê Jiyan" dest bi xebatên xwe kir. Albuma wan "Adarê" gelek serkeftî bû. Piştre navê xwe wekî "Agirê Jiyan" guherand.

Danasîn biguhêre

Koma Agirê Jiyan yek ji ew komên salên 90'iyan e ku hewl dan muzîka kurdî bi eslê xwe yê resen bigihînin asteke nujên û populer. Ev kom ji aliyê endamên NÇMê ve di sala 1992an de hate damezirandin.

Kom di nava salên 1992 û 1996an de bi konser û sênahiyan xwe ji raya gitsî ya kurd re dane nasîn û pistî xebatên kûr û dirêj di sala 1996an de bi derxistina albuma 'Adarê' xwe ji gelê kurd re dane pejirandin.

Amadekariyên vê albumê - ku yekemîn albumê komê bû - 4 sal ajotibûn. Ev albûm ji niska ve rastî ecibandina gelek guhdarvanên kurd hat û kom bi vê serkeftinê li derveyî welêt û li her car perceyên Kurdistanê gelek bi nav û deng bû.

Êdî kom di sala 1999an de pistî xebatên berfireh duwemîn albûma xwe ya bi navê 'Helîn' derxistin piyasê. Digel pêvajoya ku ev albûm derket, kom bi awayeke xurt dest bi dayîna konserên mezin ên li hundir û derveyî welêt kirin. Di nava ew konseran de bêguman bi taybetî konserên li 'Adana Mimar Sinan Açik Hava Tiyatrosu' û 'Adiyaman Atatürk Stadyumu' ketin xafizeya guhdarvanan. Her ciqas tengasî derketibin hemberî komê jî, ev kom hewl da ber xwe bide.

Berhem biguhêre

  • Adarê (1996)
  • Hêlîn (1999)
  • Harbiye Konseri (2002)
  • De were (2006)
  • Aştî (2014)

Çavkanî biguhêre