Adil Duran hunermend û nivîskarekî kurd e.

Adil Duran
Jidayikbûn1955 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Adil Duran sala 1955'an di Dêrsimê de li Kurdistana bakur hatiye dinyayê. 1968an de bı karê şano dest bı jiyana huneri kıriye. piştre bi rojnamevani u helbest nivisiyê, çê kirina wêne u xêzikan jiyana xwe berdewam kiriye. 1971 cara yekem ew tê girtin. 1978 an jı ber sedem zor û zilma Romi tê Berlinê ciwar dibe. Li Tirkiyê û derweyi welat di gelek kovar u rojnameyan de berhemên wi tên weşandın, 1984 ligel hunermend û ronakbîrên kurd Navenda çanda amojgariya Kurdi sazî û man dikin u ew dibe berpırsiyarê karê çandi. 1976 an dı wari helbestan de li Tirkiyê xelata yekem distine. di karê xêzıkan de 1977 xelateke taybetî u sala 1979 an de ji lı Kuba yê xelateke mezin ya Navnetewi distine.

Dı wari xebata Wêne an de 1976 dı festivala Yarımca, 1984-85 li Berlinê, 1993 li Siwisreyê, 1996 li Almanya li Kalrsruhe yê u bi alîkariya organizasyonên mirovhez pêşanidaneki mezin rêxist.

Adil Duran Pirtukek bi kurdi Destana Dersim çapkır. 1985 an de çû Swêd û 3 salan li wir ma û federasyona komelên kurdî de xebat kir u demeke kin kete nav redaksiyona Kovara Berbang ê. Piştre jı sedema pêwistiya kar û barên Netewi berê xwe da welat. Di 4'ê nîsanê sala 1989an de hate girtin 15 roj ê şevan êşkence lê hate kirin û 3 salan gırtigehên Romî de ma. Di 1992an de careke dîn derket derve î nefiyê jiyana bû.

Duran jî di kovaran wek Nûdem û Helwest de nivîsand û destwêneyên ji bo pirtûka Çend Şêweyên Efsaneya Şahmaran çêkir.

Duran li Basel (Swîsre) dimîne û ê digel Şanoya Bajar a Baselê xebata şano dıke û karê xwe yi huner u çandi dıdomine.(listıkek bı navê Bajarê bi dil ji bo şano amadeye...)

Duran di Wîkîpediayê de li ser mijarên çandî û hunerî dinivîse.

Berhem biguhêre