Abdülkadir Aksu

Siyasetmedarê tirk

Abdülkadir Aksu, siyasetmedarekî navdar ê romî (tirk) ye ku di 12ê çiriya pêşîn a 1944an de li Amedê hatiye dinê. Serokatiya meclîsa tirkan û gelek caran jî di hikûmetên cuda de wezîrtî kiriye. Bi eslê xwe Kurd e. Piştî avabûna komara Tirkiyeyê, dewletê ji balkan û qefqazê gelek koçberên misilman anîbû li Kurdistanê bicih kiribû, malbata wî jî yek ji wan malbatan e.

Abdülkadir Aksu
Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê (d)
-
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Diyarbakır (en)
dp.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê (d)
-
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha Enqereyê ya Fakulteya Zanistên Siyasî (en)
Zanîngeha EnqereyêLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Partiya siyasî
Bilêvkirin

Di tevahiya jiyana xwe ya siyasetê te bi tundî li dijî daxwaz û mafên kurdan derketiye. Di medya û çapemeniyê de gelek caran nûçeyên behsa têkiliyên wî bi hêzên veşarî, nîjadperest û krîmînal re hatiye kirin. Navê wî herwiha di dosyayên kujeriyên kujernediyar ên kurdan de jî derbas dibe. Yek ji damezîrênerên AKPê ye. Di hikûmetên Turgut Özal de, wezîrtî, burokratî kiriye, gelek caran bûye parlamenter. Du caran di hikûmetên AKPê de bûye wezîrê karê hundirîn.

Wikileaks: Heroînfiroş, mafya, xurifiyê keçzarokan e biguhêre

Di 29ê çiriya paşîn 2010ê de WikiLeaksê bi sernivîsa "05ANKARA3199", behsa dokûmenta fermî ya amerîkayiyan a 6ê tebaxê 2005ê de hatiye îmzekirin de, bo Aksu wiha agahî dide: "Heroînfiro e, li pey keçikên temenciwan digere. Lawê wî serokekî mafyayê ye". Tê zanîn ku rastiya van tomarkirinên WikiLeaksê, ji aliyê dewleta DYAyê ve bi fermî hatine pejirandin.

Aksu marî bûye (zewiciye) û du zarokên wî hene.