Şorbeya koçeran, li Amedê şorbeya zozanî, şorbeya dimiliyan, şorbeya mastê mihên sor, şorbeyeke pêjgeha kurd e. Derbasê pêjgeha Tirkiyeyê jî bûye û bi tirkî jê re Yayla Çorbasi dibêjin. Bo vê şorbeyê gelek binavkirin hene.

Şorbeya koçeran

Berkelî biguhêre

  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 1 KŞ pûjan
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) rûn
  • 1 lt ava goşt
  • 1 SA (stekana-qedeha avê) mastê tîr, parzûnkirî
  • 1 hêk
  • 1/2 SA ard (arvan)

Çêkirin biguhêre

Di badiyekê de hêk, ard û mastê biçelpînin. Hindik hindik ava goşt pê bidin xwarin û bidin ser agir. Dema dikele bêrawestan tevbidin (li hev bixin). Dema bêhna ardê çû û hinekê tîr bû, xwê bavêjinê û kelekî pê bînin.

Di rûnbirêşkê de rûn biqijilînin, pûjanê kêmtirî 1 deqeyê biqelînin, baldar bin bila neşewite. Ev ji bo ser şorbeyê ye.