Şirdan

xwarineke bigoşt e

Şirdan xwarineke bigoşt e. Ji hûr û rizê (herwiha savar) ye. Riz (birinc) wekî kutilkan (dolmeh) bi hûr tê pêçandin, dirûtin.

Şirdana bi nokê hatiye kelandin
Şirdan û serûpê, ji herêma Şingalê

Xwarineke kurdî ye? biguhêre

Li Kurdistanê gelek cureyên sosîsan dihatin çêkirin. Ev sosîs li şirîtan rêz dikirin, bo ava wan bidarive. Ji ber wê ji gelek xwarinên ji hûr û rodîkan (rûviyan) tên çêkirin re şirdan gotine. Ango "tişta ku li şirîtê hatiye danîn, li ser şirîtan hatiye parzûnkirin an ziwa kirin". Şirît+dan, di çerxa demê re bûye şirdan.

Îngilîz şirdanê wekî xwarineke xwe ya neteweyî didin nasandin. Dibêjin ev xwarin ji Brîtanyayê belav bûye. Ev hemî jî angaşt in, xwarinekê dikare li welatekê pirr bê xwarin lê ev nayê wê wateyê ku ev xwarin li wir hatiye îcadkirin. Xwarin dewlemendiya tevahiya mirovahiyê ne.

Gelek cureyên şirdanê hene. Ev terîf a awayê parêzgeha Amedê ye.

Berkelî (bo çar kesan) biguhêre

  • 4 heb pêçanên şirdanê, ango 4 kerî hûr
  • 250 gr goştê kişandî
  • 500 gr riz
  • 500 gr pîvaz (ne ya teze)
  • 1 kevçî mergeya îsotê (salçeya îsotê)
  • 1 kevçî îsota reş
  • Ava lîmonê (bo pakijkirina hûrê)
  • Xwê (xwêya zêde zirarê dide tenduristiyê)
  • Li ser daxwazê biharbêhn (biharat)

Pakijkirina hûrê biguhêre

Hûrê xwe yê hundirê wê hatiye pakijkirin bînin, berê bi ava sar, paşê jî bi ava germ herî kêm 5 caran bişon. Hûn dikarin ber re, bi firçeyekê jî pakij bikin.

Bînin têxin teştekê, avê berdin ser. Xwê û ava lîmonê tevlî bikin, herî kêm 2 katjimêrî bidin rawestandin. Ji wir derînin, dîsa bişon. Dilê we pê xweş nebû, carekê jî di ava sîrê de bidin sekinandin. Ev rêbaza han a xwezayî û sade ye.

Çêkirin biguhêre

Pîvazên xwe hûrik hûrik hûr bikin. Goştê kişandî, riz û melzemeyên xwe yên din tevlî bikin, bistrên.

Parçeyên hûrê xwe bînin raxin û ji vê têkela we amade kiriye dabigirin, ango tije bikin (wekî kutilkan). Devê wan bidirûn, hinekê bidin sekinandin. Berê li Kurdistanê li şirîtan didan û ber tavê hinekê dihîştin.

Pêçanên xwe bînin têxin quşxaneyekê. 3-4 stekan (qedeh) avê bixin ser, xwêya xwe bavêjinê, bi qasî saetekê bikelînin. Reşkeyê (kemyon) pê wer bikin û li binikên xwarinê parve bikin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifreyê).

Hin ji cureyên şirdanê biguhêre

  • Şirdana savarê
  • Şirdana bi nok (li herêma Şingalê navdar e)
  • Şirdana Sêrt û Wanê (hinekê pêçanên wê mezin in)
  • Şirdana pijandî (nakelînin, dipijînin)
  • Şirdana xingalî (pêçanên wê wekî xingalê hûrik in, çêkirina wê gelek dijwar e, dem û ked pêwîst e. Berê zadeganan, axa û mîran dixwaribûne)
  • Şirdana çorsane (kêm berkelî tevlî ye, kêm melzeme tê de ne)