Şetunis

Gundekê Başûrê Kurdistanê ye

Şetunis, gundeke ji eşîreta Doskî Joriyan, li Başûrê Kurdistanê, li ser sinorê başûr-bakur ê Kurdistanê, ser bi qeza Amêdiyê.

Şonwarên Gundê Şetunis û Robarê Şîn, ku gund valaye ji ber ku ji aliyê rijêma Seddam ve hatibû şewitandin

Li sala 1988an ve ketiye ber pêla enfala reş û niha vala ye.

Li gor amara sala 2017an hijmara hevwelatiyên gundê Şetunis dibe 1181 û 261 xêzan. Niha hevwelatiyên gundê Şetunis akincî ne li parêzgeha Dihok taxa Hewşkê, Soran, Sersink, Şîladizê, Gever û Merîna.

Jêdera navê Şetunis biguhêre

Derbarê navê gundê Şetunis heta niha çi zanyarî ên rast di dest me de nînin bi tenê hindek boçûn ên devokî hene ku bi hevre grêdaneke xwezayî a hebûna Robarê Şîn ku şet bi ramana robar dihê di zamanê erebî de û ew likandina unis aşkira ye ku ji Yunis hatiye lê ew Yunis kî ye kî nîne mexabin nahê zanîn.

Siriştê gundê Şetunis biguhêre

Gundê Şetunis bi sirişt û jîngeha xwe a pirî warên balkêş navdare. Derbas bûna Robarê Şîn di navenda gund de ciwaniyeka mezin daye sîmayê gundî. Dîsan gelek çiya, dol, nihal, kanî û şikeftên mezin li gund hene û gund bi çiya ên bilind û asê hatiye dorpêç kirin weke çiya ên Serderê, Pişta Gundî, Sertî, Tekelê, Dilêj, Sipî û Perespan.

Elbet di nava van çiya û dol û nihalan de kanî û cû wê pir hebin çi ew kanî biharî bin ên ku piştî nemana befrê ji bin erd derdiketin paşî dîsan hişik dibûn an jî kanî ên herdemî bin. Ava kaniyan jêdera sereke a ava vexwarinê û kar û barên rojane ên gundiyan bû, navên kaniyan jî ev bûn: Serokanî, Mêşkê, Menda, Sergîza, Pembiya, Gurgava, Bizinminê, Xaranê, Kewa û Sergirî.

Gundiyan sûdek mezin ji çend aliyekan ve ji şikeftan jî didî wan ew ji bo xwedî kirina giyandaran û terş û kewalî bi kar di anîn, herwiha weke kogeh ên paraztina alîkê giyandaran û berhemên xwe ên zêde ji pêdawîstiyan jî sûd jê wer digirt, dîsan gundiyan ew şikeftên li nizîk robar ji bo dirist kirina mêwîjan û doşavê bi kar di îna ji ber vê yekê navê şikefteke gund kirine şikefta Doşavê. Navên hindek ji şikeftên gundê Şetunis evin: Dêrê, Kuyîrkê, Beroj, Suyîryê, Zera, Gezê, Çemê Zorê û Çemkê Umerkî.

 
Robarê Şîn li gundê Şetunis

Jiyana civakî a gundê Şetunis biguhêre

Di derbarê jiyana civakî a gundê Şetunis ew mînaka êkrêzî û bi hevre jiyan û hev pejiraninê bû, Şetunisyan peywendî ên xizmatî bi gund û eşîrên derdora xwe re girê dane. Bi hevre jiyana gundiyan bibû dergehê seredan û rûniştina şevbêrî ên pirî xweşî û serpêhatî û dîwanên bi keyf û serbor ji bû gundiyan û kesayetî ên gund û eşîrên derdor.

Aborî a gundê Şetunis biguhêre

Bi awayekî giştî jiyana aborî li devera Doskî jorî an di barûdoxên aloz de derbas dibû, ji ber alozî û zehmeta rêyên hatin û çûnê ji bo tirimpêlan. Ji bervê jî hemû kesan ne dikarî kerek yan hêstirek ji xwe re bikrin ji bo veguhastina berhemên xwe da ku veguhêzin cihên bazirganî û ji xwe re bi firoşin, ev bibû egerek ji bû rewşa aborî a ne baş a Doskî jorî an.

Lê rewşa aborî a xelkê gundê Şetunis li çav wan hindekî baş bû ji ber giringî a cihê erdnîgarî ê gund ku bibû navendeke bazirganî li deverê di navbera sinor ên başûr û bakûr de, pitirî a bazirganî a wan bi gundên Doskî an ên li bakûr bû herî zêde jî bi Oramar û Satê an re bûn. Gelek caran jî karwanîn Şetunisyan ên bazirganî gehiştine bajarên Mûsil, Amêdî, Şêrwan, Goretû û Mêrgesorê, bazirganî a wan jî herî zêde li ser pez, terş û kewal, qumaş û tûtinê bû, ji aliyekê din ve Robarê Şîn bibû egerê keş û hewa ê xweş û fênik û çerwanekê baş ji bû pez û terş û kewalî. Dîsan robar bibû egerê hebûna giya ên biharî ên xwarnê li dol û nihalên gund weke rese, Kuvark û stirk. Darên fêqî jî weke Mêw, Behîv û Gûz hebûn ku sûdek aborî a herî mezin dida xelkê gund.

 
Rêya asê ya diçe gundê Şetunis

Gundê Şetunis û tevgera azadî xwaza kurdî biguhêre

Gundê Şetunis roleke pêşeng lîstiye di meydana xebata tevgera azadî xwaza gelê kurd de, Her ji şoreş ên pêşîn ên Barzan paşî Komara Kurdistanê û Şoreşa Îlonê û Şoreşa gulanê heta şerên têkbirina terorîst ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê. Û di vê rêde gelek şehîd dane mîna Şehîd Ebdulrehman Selîm Şetunisî ku êkem şehîdê fermandar bû li devara Badînan li şoreşa îlonê û dîsan Şehîd Mihemed Emîn Xurşîd, Şehîd Sidqî Ebdulrehman Şetunisî, Şehîd Elî Salih Şetunisî, Şehîd Hisên Teha Şetunisî, Şehîd Saman Şetunisî...hwd. Dîsan gundê Şetunis xwedî çendîn pêşmerge û fermandar ên xwedî xebat bû mîna Seîd Ebdulrehman Şetunisî, Hecî Umer Şetunisî, Umere Sor Şetunisî, Hesen Erefat Şetunisî, Şukrî Silêman Şetunisî, Tahir Îsmaîl Şetunisî û hwd.

 
Dîmenê şûnwarên gundê Şetunis