Şanoya kurdî li bakûr 1990an de peşveçûnek bi dest xist. Komen kû wê deme avabûne evin: Teatra Jiyana Nû (NÇM istanbul, 1992), Teatra Evîna Welat (KAYDER istanbul 1994), Teatra Amara (NÇM Mersin 1997).

Dîmeneke ji Festîvala Şanoyê ya Arîn li Kobanê ya 2022an

Piştê van komen teatroye gelek kom avabun le yen heri pêş evin li Bakûr. Ev kom bi xebaten xweyen şanoyî gelek lîstiken be hempa listin di diroka xweya şanoyen da. Hin ji wan listikan evin; Teatra Jiyana Nû: 'Ta' Sê Êwren dûr, Rojbaş, Komara Dînan 'Şermola', Daweya Generale Teneke û gelek lîstiken din jî hatin listin ji aliye ve komeve. Teatra Evîna Welat: Govenda Hillo. Ev listik ji birasti gelek ji aliye lîstikvanî û teknîkî gelek dewlemend e.

Şanoya Kurdî biguhêre

Dema ku mirov li dîroka Kurdan binhêre û li ser jiyana Kurdan lêbikole rêç û şopên şanoyê di çarçova zanyarî de û di jiyana civakî de tune. Kurd wek neteweyeke bindest û dîl û bende, hezar salan di bin zor û zilma Ereb, Faris û (Tirkan) de mane. Her tiştên wan hatiye qedexe kirin, wek zimanê wan jî. Dewlemendiya serax û binax bi zordestî kuştin û koçewarkirin ji destê wan hatiye girtin. Tu caran nebûne xwediyê komareke azad.

Ew qaîdeyeke taybetiye li ser jiyana gelan di çarçova zanyarî de ku lêgerîn çêbibe bê mafê civakî, çandî, ramanî û olî durişmê wan nayê navê û serlêdana dîrokî jî pêwiste. Ew neteweyên ku di bin desthilatdariya mêtingeran de ne, karakterên wan jî tê guhartin, her roja dibore ew ji xwe bixwe dûr dikevin.

Dixwazim lewra gaziyê dîroka Kurdan bikim û li ser hinek kirêtên ku têne zanîn rawestim. Kurdistan berî zayînê gelek ahînşahiyan ava dike lê ew Şahînşahiyên kurdan ji ber êrîşên zordestan pûç dibin û bindest dibin û têne talankirin. Heta sedsala 19an êl û eşîrên kurdan û mîrên kurdên kevneperest berxwedanên herêmî dikin, dîsa jî nikarin xwe xilas bikin. Cara yekemîn di sedsalên navîn de bi lihevhatina Qesr-i Şîrîn Kurdistan di navbera Romî û Farisan de tê parve kirin. Piştre Kurdên welatparêz ji bo yekitî û rizgarbûna Kurdistanê jiyana xwe didin, lê mixabin di şerê dewlemendan yê yekemîn (şerê cîhanê yê yekemîn) de bi lihevhatina Lozanê Kurdistan di navbera tirk û ereb û farisan de careke din tête perçe kirin. Piştre gelek serhildanên neteweyî çêdibin. (1925 Serhildana Şêx Seîdê Pîranî, 1920 serhildana Koçgirî, 1927-1930 serhildana Agirî, 1936-1938 serhildana Dêrsimê, 1919 Serhildana Şêx Mehmud, 1931-1945 serhildana Barzaniyan, 1946 serhildana Qazi Mihemed û heta îro şerê kurdan û yê xêrnexwezan dom dike bi taybetî jî şerê birakujiyê!)

Kurd û şano biguhêre

Jiyana kurdan, durişmê kurdan rabûn û rûniştin, serpêhatiyên wan ew bûyerên ku têne zanîn û hatine nivisandin ew bûyerên ku bi şîrove û kilaman û destanan tê ziman şiklê kuştina ewan bi xwe şewata dile û Trajediyeke mezine, ew neheqiya ku li kurdan hatiye kirin Reşik nikarin di xewnaa xwe de bibînin. Dujminên kurdan ne mîna dijminên Reşikan a hindiyan a gelên bindest ên dinin,îngiliz dewlemend bûn ketin Hindistanê keda ewan xwerin lê çand-huner û zimanê ewan qedexe nekirin. Zordestî li ser baweriya ewan a olî nekirin. Tirk û ereb û fariz ne wisa ne nijadperest û kevneperestin. Bi zordestî kurd kirin misilman û zimanê erebî farisî û tirkî elimandin. Yên ku qebûl nekirin kuştin serê ewan jêkirin,bi zindî xistin nava agir gelek tade lê kirin ku kurdbûyinê tunebikin. Di wî warî de serketin. Hemû ew serpêhatiya kurdan li gor bîr û baweriya min mijarê şanoyê ye.

Kurd û Şano gelek dişibin hev. Ez dikarim vekirî bibêjim Şano di warê mijaran û bûyeran de bê kurdan nabe!

İddia dikim; Jiyan û buyerên kurdan hacetên şano yê taybeti ne. ew durişm bi nuve xwe bi xwe jindariya şano ye. Gelek hususên din ji hene şiroveyên kurdan bi taxlidkirinên heywanan /fabil/tê holê. Gelek destanên mede wek Mem û Zîn, Ferhad û Şirin, Siyabend û Xecê û cejnê netewi Newroz. Dîsa lîstikên gel, folklor û reqs û muzik her tişt li gor rêgehê şano tê ziman.Lewra dıxwezım mıjareke wek minak péşkeş bıkım,;Kalemérek Kurd xudané 7 (heft) xortan e.Xorté mezın bı karé cot dıke lé rojeké çend xort jı gundeké dın tén lı balé û bı ewanre şer dıke û seruçavén vi hur dikin diçin. Rojeke din birayê wi a bıçuk dıçe ber naxıré ew ji bı lév û pozé xwin dızıviri mal,rojeki dın bırayé heri pıçuk ji şeré dıjmın para xwe dısıtini û tê mal bavê ewan heft xortan bı halé zarokén xwe gelek xemgîn dibe û ewan dicivini. heft daran (ço) dide desté ewan û dıbéje ka hun her yek ew darê ku destê wedeye bışıkinin,heft xort darén ku jı destandane dışikinin.vé cara Kalemér heft daran dıde ser hev yek dıke û dıde desté lawé xwe yi mezın û jére dıbéje 'ka ewan heftdarén ku mın daye ser hev bışıkine) xort dike nake dar nayên şikandin û kalemêr dikene û zarokên xwere dibêje 'her wek ku hun heft bıra mina ewan daran yek bın tu kes nikare zora we bıbe!) Balam tıştén halo di nav kurdande gelekin û hemu ji mıjarê şano a tabii ne...

Baweriya kurdan a berê Zerduştiye. Bi zori bune misliman, û li gor hukmê mislimaniyê çêkirina resiman û taxlidkirina tiştan qedexe ye divê putperesti tête huliqandin, ew ji dijminê mislimaniyê ye. Di Quranê de û pirtukên rumet de Kurd wek dijmin hatine qebulkirin û nalebarin. Ji ber ewan sedeman bi her awayi nehiştine ku kurd pêşkevin.

Hin leyîstikên şano a nivîsandin biguhêre

Bi taybeti min dixwest lêkolineki dijwar di çerçeva zanistiyêde pêk binim u Şanoya Kurdi ji mirinê azad bikim. Mixabin her tişt li me hatiye tunekirin. Hin astengên din ji hene ew ji di wari zimanda nakokiyeki yektaye u mirov nikare ji navde derkeve. Welatê kurdan di nav çar dewletande hatiye parçekirin, kurdan gelek xebatên vêje yi afirandine lê bi zimani Erebi-tirki u farisi. Ji ber ewan sedemên giring Lêkolineki seranser em nikarin bikin. Divê ew berhemên ku ronakbirên Kurdan nivisandine ji erebî, ji tirkî, ji farisî bête qulibandin u bi zimanê zikmaki be. Kêmasiyeke din ji heye ew ji devokên ku bi soranî, bi zazakî, bi goranî têne nivisandin tev astengin. Yekitiya ziman ji pêwist e. Min gelek nivis u buyerên ku li ser Şano hatine afirandin ji zimanê Erebi u farisi qulupand Kurdi a latini. Divê ew baş bêne nasin u li ser ewan kokan bingeha şanoya kurdi nu ve bê huliqandinê.

Min nivisên Fadil Jaf ji berhevkir u ew çavkaniyên ku ev salix dide ser ewan rawestiyam. Ew her wek pisporê Şano Li Norveçê di kovara Nytt-oslo di sala 1986 ê de li ser şanoya kurdi nivisandiye u iddia dike ku 'Xebata Şano; di dawiya salên 1800ande u despêka salên 1900 ande ji Ewrupa hatiye Rojhilata Navîn. Ew iddiayeke ne zanyari ye u ne mümkine. Ji bo ku xebata şano xebateke çandiye demê ku Çanda neteweke, neteweyeke din bike bin bandura xwe divê bê ixraçkirin ji bo ixraçkirinê ji gelek sedemên Abori-civaki u siyasi hene. Ta demê ku netewê kurd derbazi jiyana civaki bu ye heya iro di bin bandura çend dewletande maye u hatiye metingehkirin bi her avayi bandura dagirgehkaran tesirê jiyana ewan kiriye disa ji mirov nikare ji ber xwe bêje ku tesira Ewrupa heye, ji ber ku Kurd di dirokêde neteweyeke kevnarin. Ew dayin u sitandina çandi bi rêça abori u bazirganiyê divê ango welatê ku ciranê hevin ji navhevde dijin dikarin bidin u bistinin. Herwek Kurd u tirkan-kurd u ereban-kurd u farisan. Gelek vekiri ye ew bi her avayi tesir li hev dikin.

1) Di sala 1919 ande Kurdeke navê xwe Abdul Rahmiye destana Memê Alan dike mijarê şano u dileyizi, rêgeha kevnar a yewnani xwere dike rêber. Di salên 1918-1919 anda li Istenbolê komela jinên kurd du listikên şano tinin holê (çavkani;Jin) mixabin ew çi listikin u bi çi rêgehi hatine afirandinê u mijarê ewan çiye nayê zanin. Di sala 1930an de Kurdên ku Rusyayê perwerde bune li bajari Elegezê detemsilê Mem û Zîn dileyizin. Di sala 1931an de Ereb Şemo listikeki bi navê (Koçekên derewin) amade dike u tê listikandin. Di sala 1934 ande Ehmedê Mirazî 'listikeke bi navê (Zemanê çuyî) dinivisini. Di sala 1946 ê de dema Komara Mahabatê de listikek bi navê 'dayîka Niştîman'tê afirandinê. Mirov dikare her wek Melodrameke politik bi nav bike.

Dîsa Niviskarê hemdem u nemir Musa Anter di sala 1959an de berhemeke şano bi navê 'Brina reş' dinivisini (çavkani: Berbang). Di salên 1970 an virde li Rusyayê ronakbirên Kurd karê şano pêş dixinin u di wê demê gelek berhemên nu têne afirandin ewan yek bi yek rêz dikim; Beqelên têyrê elegezê-Ker u kulikê silemanyê-reva jinê-zevaca bê dil-sinko qiza xwe dide mêr u gelek berhemê din him li meydana listikê him ji wek Piyes (şirovekirin) di Radyoya Erîvanê de hatiye bi karanin. Di ewan salan niviskarên kurd gelek mijarên şano ya navnetevi ji qulibandine ser zimanê Kurdi wek berhemê Gogol 'hesêbgêr' wek berhemê Victor Hugo 'yên bêçare (belengaz)'. Di ewan salan li Silemanyeyê dibistana Huner tê avakirin u ji bo pêşde çuyina şano u lîstikvanan roleke mezın dıleyizi.Wek Emin mirza kerim; berhemén ku bı navé 'şoförzerrin' u 'qerar u dawi' dı afırini.Rejisoré bı nav u deng Refik çolak 'Molyer' é dıxe ser meydana listıké.U dısa jı bo Zarokan nıvıskaré şano Omer A.Rahim berheme ki bı navé 'Ked'dınıvisine u sımko Aziz wé berhemé şano dıke.(çavkani;Fadıl jaf;Kurdistan nztt.1986 rupel;44-45)

Dısa dı salén 1970-1972 ande gelek mıjarén şano wek piyesén Radyoyé hatıne zıman.'eloyé newérek'xecé u ziyabend.. dısa ewan salan lı Kerkük é selman Faik (dayéké şehit'peşmerge kotayi-derbegi') bı ewan listıkan bı régeha rojava karé şano rahıştiye merhaleyeke bılınd..(çavkani:APN,press ajans X.Baran lı Swéd) Ronakbirén Kurd niqaşén dıjwar lédıkın seranser jı bo Şano! Mıxabın demé ku mirov bı hususén zanısti ewan niqaşan bınére hın iddiayén puç wır de naçe,lı gor bir u baweriya mın u tecrubeyén mın a emeli ew listık én ku jı méjve heya iro hatıne şanokırın; şıklé ewan a régehi,şıklé naveroké u armancé listık u xurtbuyina listıkvanan wari huner u naverokéde ne dı çerçeva huneré a rındbuyinade ye.Lı gor sékoşeya listık-listıkvan u temaşevanan tıxubén Şanoya Kurdi gelek teng e.jı bo ku Metingehkaran jiyana me a cıvaki bé zanyari,bé diroki u bé huner hıştıne u kambaxkırın e .jı ber ewan tehluke u sedemén giring ew listıkén ku jı méjve hatıne şanokırın bé rexnekırın u bé régeh u bé desthılati çé bune.İro em nızanın ku ew listık bı çı sazumana Şanogeh,bı çı hacetan,cıl u coran. bı çı ronahi yé hatiye holé,naverok u estetik (cıvani) u şıkıl u bı taybeti listık-listıkvan u temaşekar lı gor sékoşe ya régeha şano çawa hatiye afırandıné..dı nav bist salén çuyi de cıvaté kurdan ketibu lı bın bandura ramaniya şohitiyé (tevgera sosyalizm u kominizmé) u dı ewan salan ew kovar u rojnameyén Kurdan u pırtukén ku hatıne çapkırın bı kerema xwe hemuyan temaşe bıkın ma tu nıvis hatiye lé kırın lı ser şano ango huner (ez qala nıvisén ku bı lé kolinan u dı wari régeha zanyaride hatıne afırandıné dıkım)tunın.lé gengeşiya ramani a siyasi lı ser ramaniya marx-lenin-mao u her weki dın gelekın.ma tu dıbé ev pıspor.én nemır u nav u deng bé çand u huner ın . daku kurdén me dı wari huner u çandi de nıkarın pesné ewanan bıdın!.Ew kevneşopiya gengeşiyé ya réxıstınén Kurdan her wek nakokiyeki mezın bu bela seré me u gelé kurd.u bist salén me yi zerin bedılhewa çu!jı bo ku sazumanén kurd yén siyasi her tışt lı gor mıjaré siyaseté u propagandayé (bangeşe) u bébername afırandın,;tevgera çini lı welatén serdest (kapitalist) dıbe.mıxabın Sazuman u Réxıstınén Kurdistani ew ramani xıstın dı nava cıka Kurdistan u lı gor hususén zanısti welaté kurdan bındeste u hatiye metinkırın u hacetén serdestiyi tunın u şunde maye..u tevgera çini lı kurdistané nayé meşandın jı bo me tevgera netewi dıvé...

ŞANOYA KURDÎ A NETEWÎ U HIN TÊZ biguhêre

Dewlemendiya me ya netewi her wek di çerçeva 'zanistiya gel' de béte ditın u dıvé nu ve bé béjıng kırın u yén ku xebata çand u hunerde jirin lı ewan xwediderkevın u alikarbın ew mesuliyet ne karé şexısan e karé dezgehén sazumananın.Ew xabatanan bı léger u lékolinén cıvaknasi-diroki -erdkolin u bı şıklé jiyana ruhi té meydané.

Şano dı nav avahiya jorın de dı nav tevgera çini cih dıgıre u pévejoya dirokide dı bın hukımraniya desthılatan de jı bo meslehatén ewan hukımranan hatiye bı kar anin.xeyni wé réyén dı hın réyén azad de ji péşde çu ye.Lı gor gotınén bav u kalan ('dınya =gerdun= şanogeh ye u mirov ji listıkvanın té de dı leyizın')bı maneyeke dın şano;yén ku dıxwezın xwe u gelé xwe péşve bıbın,hin bıkın dıji bédadi u neheqiyé derkevın u dıji zordestiyé rawestın bı keda ewan kesan ava u jin dıbe.

Şano ya netewi danustandınén bı şexsi-herimi u cıvaki dı pévajoyéde bı lékolin u légerinén zanısti héja dıke u yekitaya armancé netewi xurt dıke.bı xwe zelalkırına buyerén çuyi u tégihıştına pévajoya nu mıjara şano ya netewiye.

lewra dıxwezım hın téz an réz bıkım.

a)Şanoya netewi féde dıde;jı bo yén ku dıxwezın kémasi u şaşıtiyén ku jiyana beré de çébune u sedemén evan derdıxınin holé u pé nérinén teze hin dıke.

b) bı qanunén ne wek hev a diroké wek çanda Dewlemendan 'burjuva' u çanda karkeran 'proleterya' nakokiyeke mezın e jı bo régeha çand u huner.dıvé réka huner u çanda mirov an béte vekırın.

c)Dı pévajoyé me de régehén şano yén ku hé jindarın dıvé bén taxlidkırın da ku réka şanoya péşerojé ve be.xebata şano bı nazariye yé beré neyé gırédandın, minak u model hemu bén cerıbandın da ku tékamula şano bıgır heya iro buye xwedi régehén ku téne zanin bı nuve u lı gor hususén netewi béte avakırın.

d)Hunermend ji karkereki bı ramanan e.jı bo péşketına cıvaki u mirovan dı wari huner u çand de bı keda xwe xebat dıke. bı cıvani jiyané dıguharini. bı raman u huner Şeré xırabiyé dıke..