Şaneder an jî Şanedir û Zewî Çemî Şaneder şûnewarin dîrokî ne li Başûrê Kurdistanê. Berî 80.000 salan mirovên neandertal tê de akincî bûn. Şaneder li qezaya Hewlêrê li navçeya Mêrgesorê ye.

Şkefta Şanederê

Di navbera salên 1957 û 1961ê de şûnewarnasê (arkeologê) amerîkî Ralph Solecki û tîma xwe ya ji Zanîngeha Colombia di şikefta Şanederê de neh kakûtên neandertalî peyda kirin. Navên wan neh kakûtan danîn Şaneder 1 – Şaneder 9.

Li gorî vekolînên şûnewarnasan xelkê neandertal ayînên cenaze dikirin û miriyên xwe bi kûlilkan vedişartin.

Girêdanên derve biguhêre