Pîremêrd
Pîremêrd

Pîremêrd, helbestvan, rojnamevan û rexnegirê kurd bû. Navê Pîremêrdî yê rasteqînî, Tewfîq bûye. Ew li bajarê Silêmaniyê di sala 1867an de ji dayik bûye û çavên xwe li cîhana ronahî vekiriye. Ji aliyê malbata wî ve navê Tewfîq lê hatiye kirin. Piştî çendîn salan ji bo edakirina ferza Xweda çûye hecê. Ji ber vê yekê navê wî bûye "Hecî Tewfîq". Heçî navê "Pîremêr" û "Pîremêrd" nasnavê wî camêrî ye. Ev nasnav di jiyana wî de wisa cihê xwe girtiye ku bûye wekî navê hêmanî û her kes bi vî nasnavî wî camêrî dinase. Heya bi xwe jî, xwe bi heman nasnavî dide nasîn. Di giraniya antolojiyên wejeya kurdî de dîrokên wêjeya kurdî û pirtûkên din de jî bi vî nasnavî hatiye nivîsandin.

Pîremêrd, zarokatiya xwe di bajarê Silêmaniyê de derbas dike. Çanda xwe ya zarokatî ji malbata xwe û zarokên Silêmaniyê digire. Di temenê 6-7 saliya xwe de dest bi xwendina Qur'ana pîroz dike û di demeke kin de diqedîne. Dû re derbazî medreseyên Kurdistanê dibe û dest bi jiyana medreseyê û xwendina wê dike. Him pirtûkên kurdî him erebî û him jî pirtûkên farisî dixwîne. Her du zimanên din jî hîn dibe. Ji bo qenctirîn hînbûna van her du zimanan, diçe cem Mele Mihemedê pêşrewê mizgefta Hemze Axa. Li wir domekeke dirêj radiweste û dixwîne. Him xwendina medreseyê diqedîne û him jî zimanê erebî û farisî qenc hîn dibe. Di ber xwendina xwe re gelek helbestên hozanên kurd, ereb û faris jî di ber çavan re derbas dike û gelek rind hînî wêjeya wan jî dibe. Hindik jî be bi zimanê erebî û farisî jî helbest nivîsandine. (bêhtir…)