Ebdulrehman Qasimlo (jdb. 22ê kanûna pêşîn a 1930an li Ûrmiyeyê – m. 13ê tîrmeha 1989an li Viyanayê), siyasetmedar û rêberê Kurdistana Rojhilat bû. Qasimlo serokê PDK-Îran bû û li Viyanayê ji aliyê dewleta Îranê ve hate kuştin.

Ebdulrehman Qasimlo 22ê kanûna pêşîn sala 1930an li bajarê Ûrmiyê di malbateke dewlemend û navdar de ji dayik bû. Wî xwendina xwe ya serete û navendî li bajarê Ûrmiyê kir û pişt re ji bo dewamkirina xwendina xwe çû bajarê Tehranê. Ebdulrehman Qasimlo ji zarokatiyê de, bi hûrbîniyên xwe yên kûr, zû pê hesiya ku gelê wî di rewşeke kambax û dijwar de dijî. Herçend bavê wî Mihemed Axayê Wisuq yek ji dewlemend û feodalên herî mezin bû li herêma Ûrmiyê, wî jiyana xwe qet ji derd û xemên jiyana xelkê reş û rût cuda nedidît. Ew ji wan jî dûr neket û ji bona standina mafê wan heta canê xwe bexşî. Çalakiyên wî yên siyasî sala 1945an, dema ku hê 15 salî bû, bi pêkanîna (Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistana Îranê) li bajarê Ûrmiyê dest pê kir.

Piştî ku Komara canemerga Kurdistanê (Mehabad, 1946) bi hevkariya hêzên biyanî û xiyaneta Yekitiya Sovyeta (Sovyetistana berê) têk çû, Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din xebata xwe ya siyasî bi rengekî nihînî û berfireh dîsa da destpêkirin. Pişt re ew bû endamê fêrmî yê Hizbî Demokratî Kurdistan. Bi vî rengî wî arman û riya xwe ya dûr û dirêj hilbijart. Di kar û xebata siyasî de dayika kurd Mîna Qazî jî gelek hevkariya wan dikir û bi hemû îmkanên xwe yên maddî û manewî hevkariya HDK-I û ciwanên kurd dikir.

Ebdulrehman Qasimlo di temenê 18 saliya xwe de ji bo xwendina bilind çû welatê Fransayê. Piştî demekê ji wir çû Çekoslovakya û piştî ku li zanistgeha Pragê lîsansa xwe ya di warê siyasî - civakî de stand, sala 1952an di çaxê desthilatdariya Dr. Mihemed Musediq de vegeriya Îranê. Li wir di xebata dijî emperyalîzmê ya ji bo millîkirina petrola gelên Îranê de li rex hêzên opozîsyonên rijîma seltenetiya M. Reza Pehlewî cih girt. Qasimlo herçend bi temenê xwe ciwan bû, lê li wir ji bo siyasetvanên Îranî hat xuyanî kirin ku Qasimlo di kar û xebata siyasî de mirovekî jîr û jêhatî ye. Yanî wî bi prensîp û terza xebat û nirxandinên xwe yên siyasî-zanistî bala herkesî kişand ser xwe. (bêhtir…)