Şêxan, Licê

Gundekî Lîceya Diyarbekirê
Ji bo maneyên din li Şêxan binêre.

Şêxan (bi tirkî: Gürbeyli), gundekî girêdayî navçeya Amedê Lîcê ye. Li rojhilatê Licê, 6 km ji Licê dûr e. Gundekî biçûk e, bi qasî 30-40 malî ye. Pêşî li qontara çiya bû, piştî erdheja 1975 an gund daxistin rasta bin riya Licê û Pasûrê. Gomeke wê heye. Bi kurmancî dipeyivin. Ji salên 65an ve dibistana sereta heye. Niha dibistan girtiye û şagird diçin dibistana navenda Licê. Dewletê navê Gurbeylî lê kiriye.