Şêx Xalib

helbestvanê osmanî

Şêx Xalib (bi tirkî Şeyh Galip) bi navê rastî Mehmed Esed (bi tirkî Mehmed Esad) (jdb. 1757 li Stembolê; m. 3ê kanûna paşîn 1799 li Stembolê) zanist û helbestvanekî osmanî bû.

Şêx Xalib
Tirbeya Şêx Xalib li Galata yê
Navê rastî
Mehmed Esed
Jidayikbûn1757
Mirin3ê kanûna paşîn a 1798an
Zimanê nivîsinêOsmanî
Tevgera wejêyîSebk-i Hindî
BandorbarEsrar Dede
biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Şêx Xalib di sala 1757an de li Stembolê hatiye cîhanê. Navê wî yê rastî Mehmed Esed bû. Navê bavê wî Mistefa Seyîd û navê diya wî Emîne Xanim bû. Wî waneyên ziman û wêjeyê li cem Şêx Huseyn Dede û Xoce Neşet Efendî li mewlewîxaneya Galatayê wergirt û di temenekî ciwan de dest bi nivîsandina helbestên xwe kir. Di temenê 24 saliyê de wî gelek helbest nivîsandiye, ji wan helbestan wî dikarî dîwanek ava bikira. Ew di 9ê hezîrana 1791an de wek şêxê mewlewîxaneya Galatayê hat tayînkirin.[1] Ew di sala 1798an de mir û di tirba hewşê de hate definkirin.[2]

Şêwaza wêjeyî biguhêre

Ew helbestên xwe bi nivîsên Esed û Xalib re berhev kir û dema ku ew 24 salî bû (1780), Dîwana xwe çêkir. Her çend ew di wêjeya tirkî de pêşengekî şêwaza sembolîk bû, ew bi gelek dahêneriyên xwe ve lîst û afirîdên ku ewî afirand di pêşkeftina wêjeya dîwan de rolekî mezin lîst, lê wî dev ji kevneşopiyên helbesta dîwanê nekişand. Yek ji lênihêrînên herî girîng ê berhemên Şêx Xalib ev e ku bi bingehên mistîkî ne. Xalib, ku di berhemên xwe de sembolên hêzdar bikar tîne, timûtim hêmanên xeyalî jî dikir. Ew tiştê ku dixwest bi sîm û sembolên vebêjê diyar kir. Ew yek ji nûnerên herî girîng ê tevgera Sebk-i Hindî di wêjeya tirkî de ye. Ew helbestvanê herî dawî ya wêjeya klasîk a tirkî ye.[3]

Berhem biguhêre

  1. Divan (Dîwan)
  2. Hüsn ü Aşk (Bedewî û evîn)
  3. Es- Sohbetü's- Sâfiyye
  4. Şerh-i Cezîre-i Mesnevî
  5. Mevlevi Şâirlere Tezkire

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Dayıoğlu, Server (avrêl 2003). Galata Mevlevihanesi. Enqere: Yeni Avrasya Yayınları. r. 58. ISBN 975-6669-30-6. {{cite book}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |sal= (alîkarî)
  2. ^ ""Şeyh Galip Kimdir? Hayatı, Edebi Kişiliği, Eserleri, Şiirleri"". turkedebiyati.org. Ji orîjînalê di 25 kanûna pêşîn 2015 de hat arşîvkirin.
  3. ^ "Şeyh Galip Kimdir? Hayatı, Edebi Kişiliği, Eserleri, Şiirleri". turkedebiyati.org. Ji orîjînalê di 25 kanûna pêşîn 2015 de hat arşîvkirin.