Şêx Ebdurehîm (z. 1897 - m. 1938) li gundê Qollhêsarê yê bi Xinûsa Erziromê ve girêdayî hatiye dinyayê. Lawê Şêx Mehmûd Fewzî û birayê Şêx Seîd ê biçûk e. Dema Şerê Cîhanê yê yekem dest pê kir bi malbatî koçî navçeya Amedê ya bi navê Pîranê kirin. Perwerdehiya xwe li Qollhêsarê dest pê kiriye û li medreseyên curbicur domandiye.

Şêx Evdirehîm, birayê Şêx Seîd

Di nav tevgera azadiyê de cih digire. Serhildana Kurdan ya 1925an li cihê ku ew lê îqamet dike Pîranê rûdide. Ji destpêka şer hetanî dawiya şer Şêx Ebdurehîm di navê de cih digire. Ji ber wêrekî û mêrxasiya wî leqeba wî wekî “Dudilî” tête zanîn. Piştî têkçûna serhildanê xwe davêje binxetê ku wê demê di bin mêtingeriya Fransiyan de bû. Hetanî sala 1937an ku komkujiyên li Dêrsimî rûdidin û dewlet bi ser Dêrsimiyan ve diçe Şêx Ebdurehîm xweranagire û berê xwe dide serhedê. Di vegerê de, ew û çend hevalên xwe rêya wan bi Bismilê dikeve. Hevalekî wan diçe nav xelkî ku xwarinê ji wan re bîne, lê xelkê herêmê giliyê wan dikin. Dewlet tê û her derê wan dorpêç dike. Dinêrin ku çare nîne xwe di nav simbilên geniman de vedişêrin, lê leşker agir berdidin zeviyê û li wir şehîd dikin.

Girêdanên derve biguhêre

  1. http://hurseda.net/Roportaj/15349-Menderes-Mallarimizi-Iade-Etmedi.html