Şêrko Fatah

nivîskarekî kurd-alman

Şêrko Fatah (jdb. 28ê çiriya paşîn a 1964ana li Berlîn) nivîskarekî kurd-alman e. Şêrko Fatah lawê kurdekî başûrê Kurdistanê û jineke almane. Di zarokatiya xwe de çend sala li Komara Demokratîk a Almanyayê û demekê jî li Iraqê jiya. Di sala 1975a malbata wî koçî Viyana û paşê Berlîna-rojava dikê. Li Berlinê Fatah fîlozofîyê û dîroka hunerê dixwînê û xwendina xwe bi karekî di mijara fîlozofiya Hermeneutik diqedînê. Di dema xwendina xwe de Fatah gelek caran diçê Iraqê û başûrê Kurdistanê. Ji bo romana xwe ya yekem bi zimanê almanî bi navê „Im Grenzland“ (bi kurdî: Li welatê li ser sînor) xelata wêjeyî ya Aspektê (Aspekte-Literaturpreis) û di sala 2002a jî xelata rûmetê ya alman ji bo rexneyê (Deutschen Kritikerpreis) distînê.

Şêrko Fatah
Fatah di sala 2013an de
Jidayikbûn28 çiriya paşîn 1964 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîAlmanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xelat
  • Berliner Kunstpreis (2015)
  • Stadtschreiber von Bergen (2016)
  • Adelbert von Chamisso Prize (2015)
  • Aspekte-Literaturpreis (2001) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Berhem biguhêre

  • Im Grenzland (Li welatê ser sînor), Salzburg 2001
  • Donnie, Salzburg 2002
  • Onkelchen (Apê biçûk), 2004
  • Das dunkle Schiff (Gemiya Tarî), 2008

Girêdanên derve biguhêre