İlyas Salman

Aktor, senaryonivîs, derhêner û muzîkvanekî tirk

İlyas Salman (z. 14ê kanûna paşîn, 1949) yek ji aktorên sînemayê yên navdar ên Tirkiyê ye.

İlyas Salman
Jidayikbûn14 kanûna paşîn 1949, 1954 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Hacettepe University Ankara State Conservatory Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Salman li Erxewan a Meletîyê jidayîkbûye. Di hemî jiyana xwe de Kurdbûna xwe aniye zimên. Van demên dawiyê di quncika xwe ya di kovara Türk Solu de diyar kir ku ew ne Kurd lê Tirkoman e. Zewicî ye û xwedî 2 zarokan e. Di şanoyê de dest bi jiyana aktoriyê kiriye. Niha jî him di şanoyan de, him jî di fîlman de rol digire. Herwekî Salman derhênerî jî kiriye.

Salman wekî hobî bi muzîkê re jî bilî dibe. Albûmên ku derxistiye elaqeyeke mezin wergirtiye. Salman helbestan jî dinivîsîne û dixwîne.

Salman bi durûtî gelek salan xwe wekî Kurd dida nîşandan. Derdiket TVan û digot: "Ji ber ku ez Kurd im, kar nadin min, bang li dûgelên Ewropa dikim ku mafên penaberiyê bidin min." Carekê bi fermî serîlêdana mafê penaberiyê li balyozxaneya Holendayê dabû.

Salman niha di kovareke qaşo çepgir û nîjadperest de dinivîsîne. Kovara bi navê Türk Solu (Çepa Tirk) li dijî hebûna gelê Kurd têdikoşe, behsa komkujiya Kurdan dike.

Herwiha koma ku Salman di nav de cih girtiye, dijminiya Kurdan dikin, çalakîyên wekî "Ji Kurdan dan-stendinê nekin, xaniyên xwe nedin Kurdan, Kurdan nehêlin bajarên xwe û hwd." lidar dixin.

Fîlm biguhêre

Albûm biguhêre