İbrahim Kaypakkaya şoreşger û sazûmankarê TKP/ML bû.

İbrahim Kaypakkaya
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Karakaya (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Hevwelatî
Perwerde
Pîşe
Siyasetmedar, şoreşgerLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiyên siyasî
Endamê
Nifşê 68an li Tirkiyeyê (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Ketiye girtîhê

Kaypakkaya di sala 1949an de li Alaca ya ser bi Çorûmê hate dinê. Malbata wî, bi aslê xwe malbatekdersimî ya ku ji komkujiyên dersimê filitiya û hatiya goçkirin li rojavayê tirkiya. Sazûmankarê TKP/MLê ye. Li dibistana mamostetî ya Hasanoğlan, dibistana Çapa ya mamostetiya bilind û Zakoya Stenbolê, fakûlteya fen beşa matematîk-fizîkê xwand. Di sala 1968an de bû endamê TÎPêEminönüyê. Di desteya weşanê ya kovarên Ant û Çepa Tirk de cih girt. Tevlî çalakiyên protestoya fîloya 6emîn a Amerîkayê bû. Di nîqaşên MDD-SD de destpêkê tezên SD, paşê jî tezên MDD pejirand. Ji TÎPê hate derxistin. Paşê di nav rêxistina PDA-TİİKP ku bi pêşengiya Doğu Perinçek hatibû damezirandin de cih girt. Ji vê tevgerê cihê bû û tevî hevalên xwe tevgera TKP/ML saz kir. Di 24ê kanûna paşîn a 1973an de li çoltera Dersimê hate girtin. Sê meh û nîvan di bin çavan de ma. Di 18ê gulana 1973an de li Amedê dema di binçav de bû bi êşkenceyê hate kuştin.

"Min di nava tekoşîna xortan de riya şoreşê hilbijart" biguhêre

Îbrahîm Kaypakkaya got[çavkanî hewce ye]: "Min wek kurek ji malbatekê hêjar, di dibistana Hasanoğlan İlköğretmen de 6 sal xwendiye. Ji ber ku ez şagirtek jîr bûm, ez rêkirime dibistana bilind ya mamosteyî (Yüksek Öğretmen Okulu). Piştî salek perwerdehiyê çûm dibistana bilind ya Çapa Yüksek Öğretmen Okulu û herwiha ez ketime dibistana İstanbul Üniversitesi Fen Fakültesiyê.

Ji wê demê ve ez ketime nav çalakiyên xortan yên şoreşgerî û demokratîk, û min ramanên xwe yên şoreşgerî pêşde bir. Di sala 1967 de min û 9 hevalên xwe ve kluba ramanê ya Çapa yê (Çapa Fikir Kulübü) ava kir. Di wê demê de ez beşdarê hemû kombûn û çalakiyên Federasyona Kluba Ramanan (FKF) û wek endamê TIP bûme. Sala 1968 de ji aliyê rêveberên paşverû yên dibistanê ve, ji dibistanê hatime jê dûr kirin. Û di gel hemû giliyên min ve jî, ji ber rêveberiyek faşîst, raman û çalakiyên min wek sedema jê dûrkirina min hat nîşan dan.

Wek ku tê bîra min di wê demê de beşdarbûna min yên çalakiyên wek xwenîşandana li dijê Nato, Filoya Amerika ya 6, û xebata min ya şeva Hozanên Gel de, belavkirina belavokan û meşên karkeran zerar dabû shagirtiya min. Heçku ev çalakiyên han, karên kesên ku ji welatê xwe, gelê xwe hez dikin, ji bo riya raman û baweriyên xwe xwedi berpirsiyariyan e"[çavkanî hewce ye].

Girêdanên derve biguhêre