Ömer Faruk Baran (jdb. 1989, Sirûc/Riha) nivîskar, helbestvan û rojnamegerê Kurd.

Ömer Faruk Baran
Ömer Faruk Baran
Jidayikbûn
1989, Sirûc/Riha
EsilKurd
PerwerdeZanîngeha Stenbolê, Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê, Zanîngeha Dîcle.
Xebatên navdarflashhilat
Malperhttps://perxudres.blogspot.com
biguhêreBelge

Baran, li Zanîngeha Stenbolê beşa hiqûqê, li Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê beşa endezyariyê ya hawirdoriyê û li Zanîngeha Dîcleyê beşa civaknasiyê xwend lê belê ji her 3 beşan jî dest berda û niha ser wêjaya kurdî dixebite.[1]

Wî bi şiîra bi navê Bîrêmjar di 2011an de, bi çîroka bi navê Zênebej di 2012an de xelat wergirtiye.[çavkanî hewce ye] Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de edîtor e. Fanzîneke fotografîyê ya bi navê flashhilat ya 15 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û bi navê Şeveke Îstismar romankek jî nivîsîye. Baran, li Riha û Diyarbekirê dijî.[2]

Berhem biguhêre

  • Zênebej (Çîrok)
  • Şeveke Îstismar (Roman)

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Pirtûkek kurdî ya navê 180 peyva hatî nivîsandin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 27 gulan 2021.
  2. ^ "PERXUDRES*". perxudres.blogspot.com. Roja gihiştinê 27 gulan 2021.