Ji bo maneyên din li Îzolî binêre.

Îzolî yek ji eşîrên Kurdan e. Bi piranî li herêma Meledî yê dijîn û navê xwe daye navçeya Îzolî. Li gorî salnameyên Osmaniyan di sala 1719´î de eşîreke nîvkoçber bûye. Li Meletî, Amed, Mêrdîn, Erzerom û Dêrsîmê bi cîh bûne. Hin berên eşîrê bi havînan derdiketi bûne cihên hênik û zozanan. Lêkolînên Zanîngeha Perwerdehiyê ya Zanîngeh ya Abant Îzzet Baysal di sala 1960´î de, li ser salnamayên dema Qeyserî Osmanî Kanunî Silêman dide xûya kirin ku Îzolî yek ji eşîrên Kurdan ê nîvkoçber bûye û di dema Kanûnî Sîlêman de li herêma Komirî ya Melediyê bi navê Îzolî gundekî hebûye.