Îsahak Marogûlov (bi rûsî: Исаак Марогулов; z. 1868 – m. 6'ê rezberê 1933) zimannasekî asûrî bû. Di sala 1928'an de bi Erebê Şemo re alfabeya kurdî ya latînî ya siftê amade kir.

Îsahak Marogûlov
Îsahak Marogûlov
Jidayikbûn1868
Mirin6'ê rezberê 1933
EsilSuryanî
Hevwelatî Yekîtiya Sovyetan
PîşeZimannas û Nivîskar
biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Îsahak Marogûlov ku bi eslê xwe asûrî ye , di sala 1868'an de tê dinê. Bavê wî di sedsala 19'an de ji Îranê koçî Ermenistanê kiriye û li gundê Divîn a Yêrîwana Ermenistanê bi cih bûye. Marogûlov piştî temamkirina xwendina xwe di sala 1888'an de li gundê Şaxtaxteya Nehçiwanê, dûre di sala 1893'yan de li gundê Qemerlî mamostetiyê dike.

Marogûlov, dema her sal tevî malbata xwe çûye zozanên Elegezê bi zarokên kurd re jiyaye û kurdî wekî zimanê xwe yê zikmakî hîn bûye. Tayina Marogûlov di sala 1905'an de derdikeve gundê Zor. Li gundê Zor ku girêdayî Surmeliyê ye, li wir bi rûsî û kurdî dersê dide û li wî gundî dest bi amadekirina pêvajoya çêkirina alfabeya latînî ya ji bo kurdî kiriye.

Çêkirina alfabeya kurdî biguhêre

Di salên 1920'î de li Sovyetê ji bo çêkirina alfabeyek ji kêmaran re komîsyon çêdibin. Komîsyon ji bo kêmarên weke kurd, tirk, asûrî û oset biryara alfabeya latînî dide û ji bo çêkirina xebatê elfabeyê dest bi amadekariyan dikin. Ji bo çêkirina alfabeya kurdî jî di salên 1920'an de zanyar Orbeli û N. Marr xebitîn, lê temam nekirin. Di vî warî de Îsahak Marogûlov pir dixebitî. Wî li gorî dîroka nivîsandina kurdî û fonetîka kurdî alfabeyeke kurdî çêkir û pêşkêşî komîsyonê kir.

Komîsyonê di sala 1928'an de alfabeya ku Marogûlov amade kiribû pejirand û di sala 1929'an de jî komarên Qafkasyayê ev alfabeya Marogûlov bi awayekî fermî wekî ‘alfabeya kurdên Kafkasyayê’ pejirand. Lê di sala 1941'ê de Ermenistan vê alfabeyê betal dike û di cihê wê de bi zagona hejmara 909'an alfabeya kirîlî bi cih dike.