Încow[2] an jî Yîncov (bi tirkî: Yeniceoba) di nav gundên Kurdên Anatoliya Navîn de yê herî mezin e. Încow bi navçeya Cihanbeylî ve girêdayî ye. Serjimarê gund 6872 e. Li Încowê bi Kurdî (Kurmancî) dipeyivên. Kal û pîrên gund ji xeynî Kurdî ti zimanên din nezanin.

Încow
Yeniceoba
Bajerê Încow
Încow li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Încow
Încow
Încow (Tirkiye)
Kargêrî
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Qonye
Navçe Cihanbeyli
Demografî
Gelhe 6.872 (2012[1])
Erdnîgarî
Bilindayî 960
Koordînat 38°52′16″Bk 32°47′24″Rh / 38.87111°Bk 32.79000°Rh / 38.87111; 32.79000
Agahiyên din
Koda postayê 42890

Hin gundên li derûdorê Încowê ev in: Hecîlera, Kutiga, gundê Buldix, Celebê, Omera û Qeyê. Ji bilî Qeyê hemû gundên dî Kurd in û bi Kurmancî dipeyivin. Încow di navberê Enqere û Qonyeyê de ye.

Gundiyên Încowê, pir dewlemend in. Bi hezarên încowî li Danîmarka, Swêd, Swîsre û Almanya hwd kar dikin. Li gund erdî bi av pir e, lê cêh û genim, silk/pincar diruzê. Dar û ber lê kêm e... Deşteke pir gir e.

Tê gotin ku Încow ji salî 250 zêdetir e ku li wira bi cîh bûye. Her wuha Încowî bi xwe dibêjin ku ew ji aliyê herêma Botan, Amed, Semsûr û hatine. Deveka ku încowî pê dipeyivin dişibe devoka dengkirina Semsûr'îyan.

30'ê adarê 2014 Hilbijartine Serokatîya Şaredar;

Parti Rey
BDP 2.376
AKP 711
CHP 74
BTP 43
MHP 31

30'ê adarê 2014 Hilbijartine Endama Civaka Şaredarî;

Parti Rey
BDP 2.339
AKP 755
CHP 88
MHP 34
BBP 28

Çavkanî biguhêre

  1. ^ TÜİK, 2012
  2. ^ Muzaffer Özgür, Cihanbeyli Kürtleri. Bîrnebûn, 5 (1998).

Girêdanên derve biguhêre