Îşareta tivilman jibo zêdetir ji têgehekê bikar dihêt: jibo îşareta demdiyarkirî û jibo îşaretên pêlanî (ji rengê pêlan) di sîstemeka tivilman da.

Îşaretên demdiyarkirî biguhêre

Îşaretên tivilman bi awayekê edetî pêşberkirina tivilmanane ya îşaretên demdiyarkirî ne ko piranî ji îşaretên analog dihên wergirtin.

Îşareteka analog dayî anko datumek e ko bi demê dihêt guhartin, mîna germahiya cihekê diyarkirî an voltînî ya girêyekê di kerxeka karevayî da. Ev dibit ko wekî kiryareka matîmatîkî bihêt pêşberkirin, bi awayekî ko dem têda berguhêra azad e û îşaret bi xwe jî berguhêreka vebestî anko berbar. Îşareta demdiyarkirî nimûneyeka îşareta analog e: îşaret di navberên diyarkirî yên demê da dihêt wergirtin ( jibo mînak her mayrosaniyekê anko yek li ser hizara saniyeyê) ne bi berdewamî.