Çiya Mazî

Nivîskarê kurd

Çiya Mazî nivîskarekî kurd e ku di sala 1960î de li gundê Kufraga Şemrexa bi ser Mêrdînê ve hatiye dinyayê.

Çiya Mazî

Çiya Mazî ji sala 1993an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. Ji wê salê û heta niha gelek helbest, kurteçîrok, zargotin û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana Rewsen, Welat, Azadiya Welat, Avaşîn, Hîwa, Mehname, Avesta, Amûdê, Nûbihar, Tîroj û Kevanê de weşiyane. Çiya Mazî demekê di kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye. 25 salan di daireyên mîna îdareya herêmî ya Mêrdînê û di şaredariya Şemrexê de xebitiye û malnişîn bûye. 5 zarokên wî hene û li navenda Mêrdînê dijî.

Xelat biguhêre

Di sala 1997an de, di pêşbazşiya çirokan a TUHAYDERê de xelata yekê, di sala 1997an de pêşbaziya çirokan a NÇMa (Navenda Çanda Mezopotamya) li Stenbolê bi çîroka "Agir jî dîl bû" xelata teşvikê, di sala 1999an de pêşbaziya NÇM ya çîrokan de jî bi çîroka "Mistek jiyan dixwazim" xelata yekem stendiye.

Berhem biguhêre

  • Mistek jiyan (çirok, 2003). Weşanxaneya , Stenbol.
  • Ferhenga Gotinên pêşiyanLêkolîn (2005). Elma, Stenbol.
  • Ferhenga Gotinên PêşiyanLêkolîn (bi tîpên erebî, 2006). Spîrêz, Duhok.
  • Palûte (helbest, 2008). Do, Stenbol)
  • Ahuzin (Muslum Yucel) (wergera helbestan, 2008). Do, Stenbol.
  • Mijarên Mîqro (çirok, 2009). Do, Stenbol.
  • Bahol, çîrok 2011 weşanxane; Evrensel Basın, Stenbol.
  • Peyarêk- Şêwirgeha Tenêtiyê, Çîrok Weşanxane; Berbang 2013 Stenbol
  • Baxek Ji Folklora Kurdî-Ji Derdora Mêrdîn,Folklor/Lêkolîn;weşanxaneya Barbang 2014 Stenbol
  • Ez Çûm Ku Neçûm Ku- Ger û geşt. Weşanxaneya Berbang 2015 Stenbol
  • Baranên Çilesrî, helbest, weşanxaneya Berbang, 2017 Stenbol
  • Tebatî, çîrok, weşanxaneya Berbang, 2019 Stenbol.
  • Bayê Zewêdiyan, helbest, weşanxaneya Berbang, 2019 Stenbol.

Çavkanî biguhêre