Çirûsk fanzîneke wêjeyî û çandî bû ku di sala 2002'a de ji hêla xwendekarên Zanîngeha Firatê Amed Çeko Jiyan û Rojhat Bawer li Elezîzê dihat derxistin. Di salên 2003 û 2004'a sê hejmarên din jî derketin. Di wan salan de Çirûsk li ser înternetê (wekî kovareke înternetî) jî weşiya. Ji ber kêmasiyên aborî, teknîkî û ji kêmbûna xwendevanan weşana vê fanzînê rawestiya. Çirûskê, bi dirûşma "Her teqînî li dû çirûskekê tê" dest bi weşanê kiribû. Çirûsk fanzîna duwem a kurdî bû, weke fanzîna yekemîn ya bi kurdî Kulîlk dest bi weşanê kiribû.

Girêdanên derve biguhêre