Çerkezê Reş

Nivîskarê kurd

Çerkezê Reş ( jdb. 1955 ; m. 21'ê adarê 2008) rewşenbîr, helbestvan û nivîskarekî kurd bû.

Çerkezê Reş
biguhêreBelge

Jînenîgarî

Çerkezê Reş di sala 1955an de li gundê Zvartnovsê ku girêdayê Êrîvanê ye, hat dinê û perwerdeya xwe ya dibistana sereta û ya navîn jî li vî gundî dît.

Çerkez ji malbateke êzîdî bû û bavê du zarokan bû. Di sala 1970yî de dikeve Enstîtuya Êrîvanê Beşa Pedagojoyê û di sala 1975an de teva dike. Heman salê teza xwe ya li ser wêjeya kurd dide wêjevanê navdar ê kurd Heciyê Cindî ku ew jî di wê enstîtuyê de mamostetî dike. Heciyê Cindî, di dema Sovyetê de mîna mamosteyê rewşenbîran dihat binavkirin û Çerkez li ba wî dest bi asîstaniyê kir. Di sala 1980yî de li heman zanîngehê bû doktorê Ziman û Wêjeya Ermeniyan. Her wiha bi navê Şoreşa Peyvan pirtûka wî ya helbestan jî hat weşandin.

Çerkezê Reş, li gel 3 pirtûkên parastinê yên Abdullah Öcalan, pirtûka bi navê Ezdayetî ya ji aliyê Federasyona Êzîdiyan a Ewropayê ve hatibû amadekirin, wergerandin zimanê ermenî. Li Rojnameya Mezopotamya, ango Mîcagetê ku ji bo kurdên Ermenistanê bi kurdî û ermenî weşana xwe dike, nêzî deh salan redaktorî kir. Her wiha di rojnameyên kurd û yên ermeniyan de li ser ziman û wêjeya kurdî bi dehan gotar û berhemên wî hatine weşandin. Reş, mîna axaftvan, beşdarê gelek konferans û semînerên li ser ziman û çanda kurd jî bûye.

Di salên 1980yî de ji bo ku mafê ziman û çanda kurdên li Ermenistanê diparêze, demek dişînin Rûsyayê sirgûnê. Di dema xebatên Kurdistana Sor de jî, li gel zimannas Ezîzê Cewo, mîna Wezîrê Perwerdeyê hatin wezîfedarkirin. Piştî ku xebatên ji bo Kurdistana Sor hatin sabotekirin, dest bi xebatên ji bo mafên nasname û çanda kurdên ku li ser axa Sovyeta kevin dijîn, kir. Paşê têkoşîna azadiyê nas kir û hewl da ku derxîne holê ka sedemên rastîn ên komkujî û pêkutiyên li dijî êzîdiyên ku ji dîrokeke kevin ve ji kurdên misilman şikestî ne, çi ne û bi vî rengî, di pêşketina bîr û zanebûna neteweyî de xebatên grîng kir. Çerkezê Reş, mîna Nûnerê Kurdên Kafkasyayê di KNKê de cî girt. Reş, di navbera salên 2002 û 2007an de jî, serokatiya Komîteya Kurdistanê kir ku ev komîte rola Meclîsa Herêmî jî dilîst û saziyên kurd ên li Ermenistanê, di bin banê vê komîteyê de bûn.

Berhem

Girêdanên derve