Çemê Seyhan an jî robarê Seyhan çemekî mezin ê Tirkiyeyê ye. Ji Pinarbaşı Qeyserîyê ji bilindahiya 1500 mitroyê derdikeve û di nav Torosan re derbas dibe di nav Edeneyê re diherrike û digihîje Derya Navîn (an Deryaya Spî). Bendava Seyhanê, Bendava Çetelanê, Bendava Yedigözeyê li ser vê çemê de hatine avakirin. Dirêjahiya vî çemî 550 km ye û tejaneya anku hewza wê 20.600 km² ye.

Çemê Seyhan

Girêdanên derve biguhêre