Çîrok, vegotina bûyerek bi devkî an jî bi niviskî re çîrok tê gotin. Berhem bûyeren bi rastîn, nêzikî rastiyê, an jî mîtolojî bi kurtayî û bi islûbek xweş pêşkeşî xwendevanan an jî guhdaran dike.

Ji çirokên gelêri yeni bi awayeki gişti ji afirandinên gel ji devan derbazi devan ji nifşan derbazi nifşan buyi u hati pirani buyer u rewşên awarte dısa bi lehengen awarte ve girêdayî dide tegahandin re çirok te gotin /kurteçîrok an jî hîkayat tê gotin. Berhem bûyeren bi rastîn, nêzikî rastîyê, an jî mîtolojî bi kurtayî û bi islûbek xweş pêşkeşî xwendewanan an jî guhdaran dike.

Çîrok bûyeran bi kurtayî, bi hunandinek hêsan, bi zimanek xweş tîne ziman. Di çîrokê de bal li ser bûyerekê an jî rewşekê ye. Bûyer an jî rewş li mirovekî re tê girêdan; an jî cîh û dema bûyer û rewşê bi şiklek heyecanî û mereqvanî tê vegotin.

Cîh û dema bûyer lê diqewime belû ye, di bûyerê de kêm kes hene û vegotin kin e. Di çîrokê de xisletên mirov, cîh û demê dirêj nayên teswîr kirin. Xwendevan bi hinek îşaretan bi xeyalên (nîgaşên) xwe pêşî û dawîya çîrokê temam dike.

Çîrok di dîrokê de ba yewnanan mîna çîrokên li ser ajalan (fabl), li rojhilat mîna çîrokên hezar û yek şevî hatine gotin û nivisandin. Di şiklê nûjen de çîrok di sedsala 19. de li Ewropayê dema romantîzmê dest pê kiriye. Çîrokvanên ûrisî Gogel, Dostoyevskî, Turgenyev û Çexov ji bona pêşketina çîrokê û cîhgirtina wî ya di wêjeyê de rolek girîng girtine.

Tesnîfkirina çîrokê biguhêre

Çîrok gor mijarên xwe tên tesnîfkirin.

Çîroka bûyerî biguhêre

Mijara çîrokê li ser bûyerekê tê vegotin. Çîrok gor bûyerê di dewerekî de û di demekê de derbaz dibe, tê hûnandin, şiklekî bi mantiqî diqede.

Çîroka rewşî biguhêre

Çîrok li ser rewşekê tê vegotin. Çîrok li ser rewşekê disekine û çîroka xwe dihûnîne. Di vê çîrokê de ramanên mirov û yên ciwakê, heste û nîgaşên wan zêdetir derdikevin pêş.

Çîroka derûnî biguhêre

Hinek çîrokên nûjen hene ku mijara wan dinyaya derûnîya qehremanê çîrokê ye. Ji wan re çîrokên psikolojîk jî tên gotin. Qehreman çîrokê li ser nêrîn, heste û nîgaşên xwe bîna dike, bi wan çîroka xwe dihûnîne.

Ferqên navbera çîrok û romanê biguhêre

Çîrok bi alîyê vegotinê ve dişopîne romanê. Lê navbera wan de hinek cudahîyên girîng hene:

  • Çîrok gor romanê kin e.
  • Di çîrokê de ya bingehî bûyer e, di romanê bingehî de xisletên qehremanên romanê ne.
  • Di çîrokê de pir kes tunin, carna dibe ku tenê mirovek jî hebe. Di romanê de zêdetir mirov û bûyerên wan derbaz dibin.
  • Di çîrokê de bûyerek diqewime, di romanê de bûyer mîna xelqeyên zincîrê girêdayîyên hev in.
  • Qehremanê çîrokê gor berjiwendîya xwe ya bi bûyerê re bi kurtayî tê teswîr kirin.
  • Di çîrokê de cîhê ku bûyer di tê de diqewime bi sinor e, nişêtin cîh pir nayên teswîr kirin. Dema ku mijara çîrokê di tê de derbaz dibe jî belû ye.
  • Ji ber ku çîrok kin e vegotin kûr û fireh nîne, bi hinek îşaretan xwendevan bi xwe pêşî û paşîya çîrokê nîgaş dike.
  • Çîrok xwe ne ji bona ponijîna/ramandina xwendewanan, zêdetir ji bona hîs û heyecana xwendevanan tê nivisandin.

Çîrok yek ji şaxên girîng ên wêjeya gelêrî û wêjeya devkî ye. Bûyer û kesayetiyên mîtosî bi şêweyên curbecur radigihîne mirovan. Hin caran behsa bûyer û kesayetiyên demên panteîstîk, serdema desthilatdariya jinan hwd jî dike. Dîsa çîrok behsa kesayetî û bûyerên rastegîn jî dikin. Çîrok him bi devkî û him jî bi nivîskî dibe. Çîrok di ragihandina çanda Kurdî de roleke girîng leyîstiye. Herwekî Kurdan bi hezaran salan bi çîrokan jiyan bi zarokên xwe ve dane nasîn, ew perwerde kirine.

Çîrokên kurdî biguhêre

Çîrokên Kurdî hin caran bi wezin û awaz, hin caran wekî axavtin tên gotin. Li her herêmekê Kurdistanê çîrokbêjên navdar hebûn, mixabin êdî nînin. Çîrok, di şevên dirêj ên zivistanê de hezkiriya dilê zarokan bû. Zarok ji têkoşîna Mîrza yan Şivanê deryayê fêrî jiyana rastegîn dibûn ku têjî xetere û xirabiye. Dilê zarokan bi dilê Keçbehrîyan, bi dilê Keçelokê Pîrê re diavêt.

Piştî belavbûna elektrîkê li gundên Kurdistanê çîrok jî ketin sekerata mirinê. Nivşên nû êdî qîma xwe bi çîrokan naynin. Lê zarokên Kurd çîrokên Kurdî û lehengên xwe di têlevîzyonan de wekî kartonfîlm dibînin. Ji ber ku Kurd ne xwedî dewlet in, çanda Kurdan ji aliyê Tirk, Ereb, Fars û Ewropiyan ve tên talankirin û hêj jî ev talan berdewam e.

Herçendî li her herêmekê Kurdistanê bi versiyoneka din in jî, pirranî çîrokên Kurdî wiha destpêdikin:

  • Hebû, tunebû
  • carek ji caran
  • rehmet li dê û bavê guhdaran
  • bi tevî derî û cîranan
  • bi tevî pepûk û xizanan
  • bi tevî rêwî û koçberan
  • bi tevî sêwî û bêmalan
  • bi tevî birçî û nexweşan
  • bi tevî mişkên li dîwaran
  • Ji xeynî eza û mixtaran
  • ji xeynî Bekoyê Ewanan
  • ji xeynî Rom û Ereban
  • ji xeynî Papaxgeniyan
  • ji xeynî dizên xiyaran
  • ji xeynî dêvên keleman
  • Wî got, min got, we dot
  • Ba hat, bahoz hat, kêçên Bexdayê hat
  • Dengê dêvan hat
  • Şenglo birev bivirê
  • Menglo birêv tevirê
  • Na na, devên xwe vekin çavên xwe bigirin
  • Yê hat Elî Lawo ye
  • Elî Lawo rojekê....
  • Xencî cicirkê qulê duwara, vezîrê wizara

Êdî destpêdike çîroka Elî Lawo. Di dawiya çîrokan de jî heman gotin têne gotin. "Çîroka min çû diyaran, rehmet li dê û bavê guhdaran. Bi tevî...".

Hin cureyên çîrokan biguhêre

  • Çîrokên behsa bûyer û kesayetiyên rastegîn û awarte dikin
  • Çîrokên behsa ajalan û ajalên mîtosî dikin (wekî dêv)
  • Çîrokên pêkenî, zîrekî û şîretê

Wekî tê zanîn Kurd xwedî wêjeyeke devkî ya mezin in. Kurd bi dewlemendiya xwe ya çandî tên nasîn. Mixabin pirraniya çanda Kurdan ji aliyê gelên din ve tên talankirin, bikaranîn. Herwekî çîrokên Kurdan jî heya Ewropa belav bûne. Di van salên dawî de berhevkirina çanda gelêrî ya Kurdan hinek pêşketiye.

Hin çîrokên Kurdan behsa bûyer û kesayetiyên bi hezar salan berê dikin. Piştî belav bûna ola Îslamê li Kurdistanê di çîrokên Kurdan de navê lehengan hinek guhertine. Bo mînak "mîrza" bûye "Mîrza Mihemed".

Hin lehengên, elementên çîrokên Kurdî biguhêre

Têkilî û mirovatiya di çîrokên folklorî de biguhêre

Ev yek eşkere ye ku çîrok di çanda her miletekî de hene. Îcar ew di her çandeke cuda de, li ser bingeheke cuda û bi tewrekî cihê hatine honandin. Ew çand eger çi tewr û hawa be, ew neteweyê xwediyê wê çandê jî ku çi tiflt û texlît be, çîroka xwe jî li wê gorê afirandiye. Bi wê yekê, ew netewe yan dewlemendî yan lewaztiya çanda xwe daye nîflandan.

Tiştekî din jî yê balkêfl di çîrokên Folklora Kurdî de heye, ew jî ev e: Ji têkiliya kes û ajalan (heywan) zêdetir, gava têkiliya qiral û paflayan xasma jî bi dana qîzan ku çêdibe, germatiyeke pir zêde jî dikeve navbera hemwelatiyên herdu aliyan.

Wek nimûne çewa ku di Çîroka Abidê Şkeftê de hatiye gotin, li vê parzemîna me, du serbajarên menflûr hebûne. Yek bi navê Serbajarê fierqê ku jê re Amed, pifltre jî Diyarbekir hatiye gotin û yê din jî bi navê Serbajarê Xerbê ku jê re pifltî 1453an Islambol-Istanbol hatiye gotin. Paflayên herdu paytextan, hetf qîz û heft kurên xwe bi hevûdu re dane zewicandin. Ji ber wê yekê têkiliyeke germ jî ketiye navbera xelkê Amed û Stenbolê.

Ji têkiliya kesên qada serdest zêdetir, hin caran têkilî û hevkariya diz û pêxwasên bajarên dûrê ji hevûdu jî bi hev re çêbûye. Wek nimûne: Hevceribandina pêxwasên Amed û Helebê. Ev çîrok çendî ku dirêj e, lê bi kurtî weha rûdaye: - Di heyamekê de pêxws li Amed û Helebê pir hebûne. Pêxwasên Helebê gotine ku ew mêrxas in, yên Amedê jî gotine ku ew mêrxastir in. Îcar wan hevûdu ceribandine. Pêxwasên Amedê kîsekî mîna yên pere, tije pîvazên piçûk kirine û bi piflta hevalekî xwe ve girêdane, ew hinartine Helebê. Ev pêxwas çend roj li Helebê maye û gava li kî rast hatiye, kîsikê xwe nîflan daye û gotiye ku ev kîsik tije zêr e. Rojekê pêxwasekî Helebê gotiye pêxwasê Amedê: Hey malneket! Çima tu van bextrefliyan li xwe dikî? Hema min bi xwe, sê caran niflter li kîsikê te xistiye û tu bi xwe nehisiyayî, her carê jî li pîvazeke cuda ketiye...

Di çîrokên Folklorî de, pir tê dîtin ku bajarê Amed, navenda bazirgantiyê bûye. Bi wê mebestê jî, pir zêde têkiliya Amedê bi bajarên mîna Heleb, Mûsil, Bexdad û Hemedanê re çêbûye. Herweha têkiliya Amedê bi herêmên pir dûr re jî çêbûye weke Hindistan û Çinê.

Bingeha çîroka folklorî biguhêre

Çîroka Folklora Kurdî bi gelek tewrên babetcihê hatiye avakirin û di bingeha xwe de gelek awayên cihêreng afirandiye. Bi afirandineke wisa geş û xweş ku pir zehmet e mirov salixê wan bi dev û pênûsê bide. Tenê eger mirov saline dirêj lêkolîn li wan bike, hingê mirov tê digîje ku Çanda Kurdî deryayeke bêbinî ye.

Lewra çandeke ku çîrokên wê hem ji aliyê naverokê ve, hem ji aliyê bêje û daçekan ve ku ne dewlemend be, giranbihatiya wê çandê jî kêm e û ew nikare xwe li pêşberê çandên cîranên xurt biparêze. Ew di pêvajoya demeke dirêj de bihele û rojek bê, wê bi temamî ji holê jî rabe.

Li gor wan belge û materyalên ku di lêkolîna min a li Folklora Kurdî de bi dest ketine, hemû eşkere dikin ku di Bingeha Çîroka Kurdî de bi sedan tiştên bingehîn ên balkêş hene. Lê yên ku min ew peyitandine, 133 ne. Wan xwe wisa bi tewrekî pir xweş, di piraniya çîrokên kurdî de nîşan daye.

Ev tiştên di Bingeha Çîroka Kurdî de, di hin çîrokan de li hevûdu kirine û xwe bi êkdu ve girêdane. Lê di hin çîrokan de dijayetî kirine, xwe ji êkdu vekişandine û riya xwe ji hevûdu averê kirine.

Îcar ez ê wan tiştan bi rêza reqeman, herweha bi nêzîkbûna navenda wan a bi hevûdu re binivîsim, lê ji ber giringiya kurtbûna nivîsan, behsa dilqa wan a di çîrokê de pêşkêş nakim.

Çavkanî biguhêre

https://www.ravzakitap.com/ji-bo-zarokan-crokn-kurd-cocuklar-icin-kurtce-masallar[girêdan daimî miriye] https://www.ciceksepeti.com/ji-bo-zarokan-c-rok-n-kurd---cocuklar-icin-kurtce-masallar--kc3926591 https://ronahi.net/ku/index.php/2020/03/30/ji-bo-zarokan-ciroken-kurdi/[girêdan daimî miriye] http://mamosteye-zimane-kurdi.blogspot.com/p/cirok.html?m=1 https://mehmetayaz.blogspot.com/2009/03/16-ciroken-klasik-en-zarokan-bi-zimane.html?m=1