Çêja tirş an jî tama tirş, çêja xurekên asîdî ye.

Xaneyên çêjewergir li gel xaneyên palpişt û xaneyên binçîne, di nav çêjegopkeyan de cih digirin.

Mirov bi hestê çêjtinê, dikare pênc cor çêjan ji hev derxe; çêja şor, tirş, şîrîn, tal û çêja umamî[1]. Ziman endamê sereke ye ji boy çêjtinê. Ji bilî ziman, çêja xurekan ji aliyê xaneyên li ser rûyê esmanê dev, rûyê gewrî û li ser rûyê zimanê kirkiragî jî tê girtin[2]. Xaneyên ko molekula çêjê dinasin, wekî xaneyên çêjewergir tên navkirin. Xaneyên çêjewergir li gel xaneyên palpişt û xaneyên binçîne, di nav çêjegopkeyan de cih digirin. Xaneyên çêjewergir, ji boy nasîna molekulên çêjê, kîmîkewergirên taybet bi kar tînin[3]. Ango ji boy her corek çêjê, kîmîkewergirek taybet heye.

Ji boy nasîna çêja tirş, molekula çêjdar îyonên hîdrojenê yên nav asîdê ye.

Rêbaza peydabûna hestê çêja tirş biguhêre

Ji boy peydabûna hestê çêja tirş, divê van çar gavên serekî bêne avitin.

1. Ji aliyê kîmîkewergirên xaneya çêjewergir ve wergirtina îyonên hîdrojenê yên ji xureka (molekul) çêja tirş.

2. Hesteveguherandin, ango guherandina sînyalên kîmyayî yên molekula çêjdar bo sînyalên elektrîkî û li demarexaneyan hestê de destpêkirina erkê kar.

3. Bi şeweyê demareragihandin, gihandina çêjê boy navenda çêjtinê ya tûkila mejî

4. Şîrovekirin û têgihîştina çêja tirş di mejî de

Ji boy nasîna çêja tirş, molekula çêjdar îyonên hîdrojenê yên nav asîdê ye. Ango îyonên hîdrojenê yên di nav xurekan de, xaneya çêjewergir a boy çêja tirş çalak dikin. Gava asîdên nav xurekan bi wergirên xaneya çêjê ve tên girêdan, dibin sedema guherîna cogên îyonan[3], loma cogên îyonên ser parzûna xaneya çêjewergir ve dibin, îyonên hîdrojenê ji parzûna xaneya çêjewergir, derbasî nav sîtoplazmaya xaneyê dibin. Ji ber hatina protonan (îyonên hîdrojenê) bargeya (+) a nav xaneyê zêde dibe, xane dikeve rewşa berevajîbûna cemsergiriyê. Ji xaneyên çêjewergir demareguhêzer tê derdan, demareguhêzer jî demarexaneyên hestê hander dike. Bi vî awayê di demarexaneya hestê de erkê kar dest pê dike. Sînyalên kîmyayî yên molekula çêjdar, bi şeweyî demareragihandin, ber bi talamus û mejî ve tên şandin[4].

Asta pH a xurek çiqas kêm be, bi gelemperî tama tirş a xurekan jî hê tundtir dibe[5]. Wekî mînak, pH a leymûnê 2 heta 2.5 e, pH a pirteqalê 3 heta 4 e, tama leymûnê li gor ya porteqalê hê pirtir tirş e. Xestiya îyonên hîdrojena asîdên nav xurekan dibe sedema çêbûna hestê çêja tirş[5]. Loma çêja hemû asîdan tirş e[6].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  3. ^ a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  4. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  5. ^ a b Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  6. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.