Çêja şor an jî tama şor yek ji pênc corên çêjê ye[1].

Mirov bi navbeynkariya xaneyên çêjewergir ên di nav çêjegopkeyan de çêja xurekan digire.

Mirov bi navbeynkariya xaneyên çêjewergir ên di nav çêjegopkeyan de çêja xurekan digire. Çêjegopkê pêkhateyên hêlkeyî ne, kîmîkewergirên ji bo nasîna molekulên çêjdar lixwe digirin[2]. Çêjegopke li ser rûyê ziman, li esmanê dev, li ser rûyê zimanê kirkiragî û li ser rûyê gewrî de cih digirin[3].

Rêbaza çêjtinê biguhêre

Ji bo rûdana hestê çêjtinê, divê molekulên çêjdar ên di nav xurekan, di nav lîkê de bi têra xwe bihele û di kunika çêjê de derbasî nav çêjegopkeyê bibe, li wir rastê wîrdememîleyên (bi îngilîzî: microvilli) xaneya çêjewergiran were. Piştî berevajîbûna cemsergiriya xaneya çêjewergir, divê ji xaneya çêjewergir, demareguhêzer bêne derdan ko di demarexaneya hestê de erkê kar bide destpêkirin. Ji van gavan şûn ve demarexaneyên hestê, ragihandinên ji molekulên çêjdar, bi şeweyê demareragihandin ber bi lakêşemoxê, paşê ber bi talamusê, ji wir jî ber û tûkila mejî ve dişînin[4]. Têgihîştina çêja şor di navenda çêjtinê ya tûkila mejî de peyda dibe.

Pêvajoya hestkirina çêja şor biguhêre

 
Xaneya çêjewergir, sînyalên kîmyayî yên molekula çêjê, vediguherîne sînyalên elektrîkî.

Hestê çêja şor bi gelemperî ji ber Îyonên sodyumê (Na+) peyda dibe[5]. Çavkaniya sereke ya sodyumê xwêya sifreyê ye. Xwê ji îyonên sodyum û klorê (NaCl) pêk tê. Xwêya nav xurekan, di nav lîkê de dihelê û bendên kîmyayî yên navbera îyonên xwêyê diqete. Loma îyonên Na+ û Cl- bi awayekî serbest di nav lîkê de belav dibin. Ji xeynî NaCl, hin xwêyên din jî dibin sedema çêbûna hestê çêja şorê. Xaneya çêjewergir a bo çêja şor di dema asayî de, ango gava mirov tiştek xwêyî naxwe, di asta cemsergiriyê de ye. Gava mirov xurekek bixwê(şor) dixwe, îyonên sodyumê di nav lîke de dikeve nav çêjegopkeyan, bi vî awayê xestiya îyonên sodyumê li derdora wirdememîleyên (kûlkên çêjtinê) xaneyên çêjewergir de zêde dibe[6]. Loma Na+ ji derveyê xaneyê bi navbeynkariya cogên sodyumê, diherike nav xaneyê[7]. Bi vî awayê di xaneya çêjewergir de berevajîbûna cemsergiriyê rû dide[6]. Bi berevajîbûna cemsergiriyê, cogên kalsiyumê (Ca+2) ve dibin, kalsiyum ber bi nav sîtoplazmayê diherrike. Di nav xaneyê de zêdebûna iyonên sodyum û kalsiyumê xaneya çêjewergirê han dike ko demareguhêzer der bide[8]. Bi derdana demareguhêzer demarexaneyên hestê yên bi çêjewergiran ve girêdayî çalak dibin[9]. Wateya çalakbûna demarexaneya hestê, destpêkirina erkê kar e. Ango sînyalên elektrîkî bi şêweyê demareragihandin ber bi navenda çêjtinê tên guhêztin. Çêja şor ne tenê ji xwêya sifreyê lê ji xwêyên din jî peyda dibe. Xwêyên li jêr, li gor asta şorbûna wan hatine rêzkirin. Xwêya herî şor xweyên potasyumê ne

Xweyên potasyumê, xwêyên kalsiyumê, xwêyên sodyumê, xwêyên lîtyumê û xwêyên magnezyumê[10]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  3. ^ Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  4. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  5. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  6. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  7. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  8. ^ Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  9. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  10. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Physiological basis of taste [1]