Æthelstan an Athelstan(/Eselstan/ˈæθəlstæn/;Bi Îngilîziya Kevn: Æþelstan an Æðelstān; Norweciya kevn: Aðalsteinn tê wateya "kevirê esîl" jdb.894-27ê Cotmehê sala 939an) di navbera salên 924'an heta 927an keyê anglosaksonan û 927an heta mirina xwe, yanî sala 939'an şahê hemû Îngilîzan bû.Ew kurê Edwardê Kal û jina wî ya yekê, Ecgwynn bû.Dîroknasên nûjen ên Îngilistanê, Edwardê wekî yekem şahê Îngilîzan û yek ji mezintirîn keyên Anglosaksonan dihesibînin. Qet nezewicî û zarokên wî çênebûn.Piştî wî zirbirayê wî Edmundê I rûnişt li ser texta Îngilîstanê.

Æthelstan
Æthelstan St. Cuthbert re pirtûkekî diyarî dike,ev portre, portreya şahê Îngilîzan ya herî pêşîn e.Mînakek ji destnivîsên Bede ya bi navê Jiyana Saint Cuthbert[1],di peristgeha Cuthbertî ya bi navê Chester-Le-Street de Æthelstan re hat diyar kirin.Ew tacekî xwe dikir ku dîzayna vê tacê di polikên "peykera bitac" de jî eynî wekî vê tacê bûn.[2]
Keyaniya Wessexê
Serwerî924-927
Tackirin4'ê Îlonê sala 925'an
Yê pêşîEdwardê Kal
Yê paşîEdmundê I
Keyaniya Îngilistanê
Serwerî927-939
Yê paşîEdmundê I
Jînenîgarî
Roja jidayikbûnê894
Mirin27'ê Cotmehê sala 939'an
DînFilletî
XanedanXanedana Wessexê
BavEdwardê Kal
DayikEcgwynn

Dema ku Edwardê Kal mir, Merciayiyan Æthelstanê wekî Keyê Merciayê qebûl kirin.Dive ku zirbirayê wî Ælfweard pêşiya wî rûnişta ba textê lê piştî 3 heftê miirna bavê xwe, Ælfweard jî mir.Tac ket destê Æthelstan. Æthelstan çendîn mehan rastî berxwedanan hat.Bi vê yekê re jî heta îlona sala 925'an nehat tackirin.Di sala 927'an de Keyaniya Vîkîng a herî dawî, York, hate fetihkirin û Æthelstan bû keya anglosaksonî ya hemû Îngilîstanê.Di sala 934'an de Æthelstan Skoçyayê dagir kir û Konstantînê IIê neçar kir ku xwe teslîmî Æthelstanê bike û gelên Skotlandî û Vîkîng di bin serweriya Æthelstanê de qehirîn.Æthelstan di Şerra Brunanburhê de wana têk bir. Ew serkeftin ku di giravên Brîtantayê de û di kîşwerê de Æthelstanê re prestîjên mezin da.Piştî mirina wî Vîkîng dîsa Yorkê zeft kirin û heta 954'an neket destê Anglo-Saksonan.

Æthelstan hikûmeta xwe sentralîze kir û wî kontrola xwe li hilberîna peymanan zêde kir û pêşengên deverên dûr vexwend ku werin encûmena wî.Di van hevdîtinan de her weha serwerên ji derveyî xaka wî, bi taybetî padîşahên Welsh, ku bi vî rengî serweriya wî qebûl kirin beşdarî xaka wî bûn.Zêdetir nivîsên qanûnî ji serdestiya wî xelas dibin ji hemû keyên îngîlîzî yê sedsala 10-an.Wan gumanên xwe li ser diziyên berbelav û sazûmana civakî anîn ziman.Reformên wî yên zagonî li ser Kalikê wî, Alfredê Mezin ve binyatkirî ye.Æthelstan yek ji keyên ayînperist ên Saksonên Rojava bû û bi komkirina emanetên pîroz û bi afirandina dêran re navdar bû.

Binyat biguhêre

Bi sedsala 9'an re di heyama Anglo-Saksonan a zû de, çendin Keyaniyên Anglo-Saksonan hat çar kirin:Rojhilata Anglia,Mercia,Northumbria,Wessex[3].Di sedsala 8'an de Mercia bû keyaniya herî bihêz a Başûrê Îngilîstanê, lê belê di serê sedsala 8'an de, Wessex li başûrê Îngilîstanê de,di bin serweriya Egberth de domînant bû ku Æthelstan nevîçirrçirrkê Egberth e. Nîvê sedsalê de, Îngilîstan bin êrîşa vîkîngan de ma û di sala 865-an de ji aliyê artêşa kafiran a mezin ve hate dagirkirin.Di sala 878-an de vîkîng Merciayê,East Angliayê,Northumbriayê dagir kirin û hema mabû Wessexê dagir bikirana. Saksonên rojava li Şerê Edingtonê[4] de bin Alfredê Mezin de şer kirin û serkeftinekî diyarker bi dest xistin.Alfred û serokê vîkîngan Guthrum, beşkirinekê de li hev kirin ku rojavayê Merciayê Alfred re were danîn,rojhilata Merciayê jî East Anglia ve were daxilkirin.Di sala 890-an de êrîşên tezekirî yên vîkîngan ji aliyê Alfred ve û bi alîkariya kurê wî (û bavê Æthelstan e) Edward û şahê Merciayiyan, Æthelred ve hate şikandin. Æthelred Merciayê bin Alfred de rê ve bir û bi keça wî Æthelflæd re zewicîbû.Alfred 899-an de mir û Edward rûnişt ser textê.Æthelwold, kurê Æthelred e ku ew kek û keyê pêşînê Alfredê Mezin e, ji bo bidestxistina hêzê dijmin re pêşnîyarek kir lê sala 902-yan de li Şerê Holmeê de hat kuştin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "History by the Month: September and the Coronation of Æthelstan'". Parker Library, Corpus Christi College, Cambridge. 8 îlon 2015. Ji orîjînalê di 25 kanûna pêşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 nîsan 2016.
  2. ^ Foot, Æthelstan: The First King of England, pp. 155–156
  3. ^ Stenton, Anglo-Saxon England, pp. 95, 236
  4. ^ Keynes & Lapidge, Alfred the Great, pp. 11–13, 16–23