Romaya Kevnare: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Roma Kevin''' [[bajarwarî]] anko şaristaniyetek bû ko li derdora sedsala 9ê berî zayînê wekî civakeka cotkar li [[nîvgizirta Îtalyayê]] hat damezirandin û li dawiyê bû [[emperatorî|emperatoriyek]] ko tevaya herêmên [[Deryaya Navîn]] vegirtin. Li sdsala 12ê di jiyana xwe da, Rom ji [[keyatî|keyatiyekê]] bû [[komar|komareka]] ko bingehê wê li ser hîmê [[olîgarşî|olîgarşiyê]] û [[demokrasî|demokrasiyê]] hatibû danan û paştir jî bû [[Împaratoriya Roma|emperatoriyeka]] [[otokrasî|otokratîk]] anko [[yeksalarî|yeksalarane]]. Wê hemî [[Ewropaya Rojava]] û piraniya deverên derdora Deryaya Navîn bi dagîrkirin û navxwehelandinê anko asîmîlasiyonê vegirtin.
 
Li sedsala 5ê emperatorî ber bi herifyanê çû. Aliyên rojavayî yên [[Emperatoiya Romê ya Rojava|emperatoriyê]], bi herêmên mîna [[Hispaniya]], [[Gaul]] û [[Îtalya|Îtalyayê]] jê cida bûn û li sedsala 5ê keyatiyên xweser pêkanîn. Navê aliyê rojhilatî yê emperatoriyê ko navenda wê [[Konstantînopol]] bû ji sala 476ê û şûnda bû [[Emperatoriya Bîzansê]]. Ev sal, sala kevneşopî ya herifyana Emperatoriya Romê û destpêka [[Serê Çaxên Navîn]] e ko bi [[Çaxên Tarî]] dihêt niyasîn.