Partiya Demokrasiya Gel: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B +Şablon:Bikarnanîna dîroka rms
Etîket: Betalkirî
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: --Bikaranîna dîroka rms
Etîket: Betalkirina destî
Rêz 1:
{{Bikaranîna dîroka rms}}
[[Wêne:Halk%C4%B1n_Demokrasi_Partisi_(HADEP).png|thumb|Ala HADEP'ê]]
'''Halkın Demokrasi Partisi''' (Partiya Demokrasiya Gel, bi kurtî '''HADEP'''), di 11'ê gulana sala [[1994]]an de hate damezirandin. Endamên Partiya Demokrasî û Kedê ([[DEP]]) daxwaznameya partiya xwe ya nû ji Wezareta Karê hundur re pêşkêş kirin û roja 11'ê gulanê bi awayekî fermî Partiya Demokrasiya Gel HADEP damezirandin. Her çiqasî hatibû armanckirin ku HADEP di demên pêş de were damezirandin jî, lê belê jiber ku îmzeyên li ser bernameyê û rêvebirnameya neqediyabûn, damezirandina partiyê dereng ketibû. Li dewsa navê Partiya Demokrasî û Aştiyê BADEP'ê, ji bo ku nêzîkê navê HEP û DEPê be, navê wê weke HADEP hate hilbijiartin û [[Murat Bozlak]] bû serokê wê yê giştî. HADEP, di hilbijartinên 25'ê kanuna 1995'a û 18'ê nîsana [[1999]]an de bibû partiya yekemîn li [[Kurdistan]]ê, lê belê jiber benda ji sedî 10 a ku dewleta Tirk danîbû, parlementerên hatibûn hilbijartin nekarîn bikevin parlementoyê. HADEP cara yekê di hilbijartinên herêmî yên 1999'an de yek jê ya bajarê mezin bi giştî 38 belediye qezenç kiribû. Piştî girtina HADEPê, gelek endamên HADEPê derbasî [[DEHAP]]'ê bûn.