Mîtolojiya yewnanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B +Şablon:Bikarnanîna dîroka rms
Balyozxane (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 22:
Uranos ji hêza van şeş zarokên xwe ya hovane tirsiya û ew di kûrahiya Tartaros de heps kirin. Uranos bawer kir ku dê bi vî awayî desthilatdariya xwe abadîn bike. Lê dilê Gaîa bi jana zarokên wê pare pare dibû û li benda fersenda tolhildanê bû.
 
Zarokên Gaîa û Uranos ên din sêzdehdozdeh [[TitanTîtan (mîtolojî)|Tînan]] bûn. Ji Tîtanan [[Helios]] xwedayê rojê, Selene xwedawenda heyvê, [[Okeanos]] xwedayê oqyanûsan, Thetis xwedawenda kehanetê, [[Kronos]] xwedayê zemên, [[Rea]] xwedawenda bereketa zayendî bû.
 
Gaîa biryar da ku bi alîkariya zarokên xwe tolê ji Uranos bihilîne. Ji bo vê jî ji berheste daseka pirr tûj çê kir. Û ji zarokên xwe xwest ku bi vê dasê tola zarokên wê yên li bin erdê hilînin. Ji ber ku zarokên wê ji bavê xwe Uranos pirr ditirsiyan pêşîn ev awata wê bi cih neanîn. Lê piştî ku lawê wê yê herî piçûk Kronos biryar da ku vê awatê bi cih bîne tîtanên din jî alî Kronos kirin. Bi şev dema ku Uranos li qiraxên deryayê bi jina xwe Gaîa re raketibû xwedawenda heyvê Selene ronahiya heyvê birriya û bi alîkariya Selene û tarîtiyê Kronos bi dasa kevirîn a tûj bavê xwe Uranos xadim kir. Uranos bi janeke bêpayan qêriya, ji xwîna wî ya ku dilopî axê bû îfrîtên kirêt ên çençûs ên bi navê Dêw çê bûn, ji bedena wî ya ku di nav avê de bi kefê winda bû jî Aphrodite’a ku jê re dibêjin xwedawenda ku ji kefê afiriye, çê bû.