Dabeşbûna nîvekî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 4:
Pirbûna bi dabeşbûna nîvekî bi gelemperî di zindewerên [[Xane|tekxaneyî]] de rû dide. Bakterî, arkea, protîst û korokên havên mînakin bo zindewerên texaneyî ko bi dabeşbûna nîvekî pir dibin. Di dabeşbûna nîvekî de, ji dabeşbûna xaneyek, du xaneyên wekhev peyda dibe<ref name="McGraw-Hill"> Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Pêvajoya dabeşbûna nîvekî li hemû zîndeweran de ne yek e, lê duhendebûna [[Asîda deoksîrîbonukleyî|ADN]] an jî krozoman û parvekirina zanyariyên bomaweyî bo herdu xaneyên nû, ji bo hemûyan heman e<ref name="McGraw-Hill"/>.Di pêvajoya dabeşbûna nîvekî de, zîndewer kromozom an jî ADNya xwe duhende dike, qebareya xaneya xwe zêde dike, paşê dabeşê du beşa dibe, her beşek kopykekî ADN an jî kromozoman digire. Bi vî awayê du zîndewerên kopyayên hev peyda dibe<ref>Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "Binary fission". Encyclopedia Britannica, 18 Jul. 2019, [https://www.britannica.com/science/binary-fission]. Accessed 17 August 2021.</ref>.
 
Cudahiya dabeşbûna nivekî ji [[Gopikkirin|gopikkinêgopikkirinê]] ev e ko, piştê dabeşbûna nîvekî xaneya bavan (bi înglîzî: xaneya bavan) namîne û du xaneyên wek hev peyda dibe. Lê di gopikkirinê de ji bavan wêçeyek (bi înglîzî: offspring) biçûk peyda dibe, hertim bavan ji weçeyê girtir e.
 
Her çiqas dabeşbûna nîvekî bi gelek aliyan ve dişibe [[Dabeşbûna xaneyê|dabeşbûna mîtozî]] jî, lê dîsa jî bi hin aliyan ve navbera herdu dabeşînan da cudahî heye. Her wisa şiklê dabeşbûna nîvekî di tekxaneyên navikrasteqîn (bi yewnanî: ''eukaryote'') û navikseretayî (bi yewnanî: ''prokaryote'') jî mîna hev nîn e.
Rêz 21:
#Di navbera herdu ADNyan de çêkirina [[diwarê xaneyê]] dest pê dike.
#Dabeşbûna nîvekî ya bakteriyan bê rîsên teşî çê dibe. [[Proteîn]]a bi navê FtsZ (bi îngilîzî: ''Filamenting temperature sensitive mutant Z'') xaneyê dike du beş<ref name="McGraw-Hill"/>.
#[[Xaneyên keçik]] ADNya xwe ya vekirî dipêçin û gilok dikin. Bi vî awayê, ji bakteriyek du bakteriyên nû yên bi ADN, [[rîbozom]] û plazmîd çê dibe.
#Herdu xaneyên nû çêbûyî, bi aliyê genetîkî ve heman yek in.
Dabeşbûna nîvekî ya bakterîyan di demek kurt de bi lez rû dide. Li hin corên bakteriyan de dema dabeşbûna nîvekî ji 20 xulakan kêmtir e. Ango li jingehek guncav de bakterî dikare her 20 xulekê de hêjmara xwe ducar bike<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref> .