Dabeşbûna nîvekî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Hê pirtir zanyarî, wêne û çavkanî li gotarê hat zêdekirin.
BKurteya guhartinê tine
Rêz 28:
[[Wêne:Binary fission anim.gif|thumb|200px|Bi gelemperî zîndewerên tekxaneyi bi dabeşbûna nîvekî pir dibin]]Zîndewerên cîhana pêşenge (bi înglîzî: ''protist'') yên wekî amîb, paramesyum û euglena navikrasteqînên tekxaneyî ne û bi dabeşbûna nîvekî pir dibin<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.</ref> . Pêkhateya xaneyên navikrasteqîn ji yên bakteriyan aloztir e. [[Kromozom]]ên navikrasteqînan ne yek lê gelek in, kromozom di nav [[Navik|navikê]] da ne. Di xaneya bakterî de tenê [[rîbozom]] heye, lê xaneyen navikrasteqîn li gel rîbozoman hemû [[endamok]]ên xaneyê jî li xwe digirin. Ji ber van sedeman dabeşbûna nîvekî ya navikrasteqîyan bi gelek aliyan va dişibe [[Dabeşbûna xaneyê|mîtoza]] asayî. Cudahiya herî berçav, neparçebûna [[parzûna dendikê|parzûna navikê]] ye. Rîsên teşîyê an di hundirê [[dendik|navik]]ê de çê dibin an jî di çavikên (por) parzûna navikê de dikeve nav navikê û kromozoman parve dike. Dabeşbûna nîvekî ya navikrasteqînan bi du coran pêk tê, dabeşbûna nîvekî ya bi berahî û dabeşbûna nivekî ya bi dirêjkî. Paramesyum bi dabeşbûna nîvekî ya berahî, euglena bi dabeşbûna nîvekî ya bi dirêjkî pir dibin.
 
Herdu endamokên xaneyên navikrasteqîn; [[mîtokondrî]] û [[kloroplast]] jî bi dabeşbûna nîvekî, di nav xaneyê de hêjmara xwe zêde dikin<ref name="Biology">Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).</ref>.
 
== Çavkanî ==