Enwer Karahan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 5:
 
Karahan li gora qeyda wî ya nifûsê di sala 1962yan de li [[Dêrika Çiyayê Mazî]]yê hatiye dinyayê, lê li gora ku salmezinên wî dibêjin, ew di sala 1964 de çê bûye. Wî li [[Dêrik]]ê heta bi lîseyê xwendiye û hetanî sala 1992yan jî ji wir neqetiya ye.
 
Di wan demên ku ew li welêt bû de, li gel [[siyaset]]ê bi [[edebiyat]]ê re mijûl dibe, lê ji ber şertên siyasî yên wê demê zêde bi vî karî re danakeve. Ew bi navên cûda maqale û pêkenînên bi kurdî, di rojnameya Medya Guneşî, Jiyana Nû û Rojê de dinivîsîne.
 
Karahan, di sala 1997an de derdikeve derveyî welêt û li wir hîn bêtir îmkanên ku karibe bi karê nivîsê re dakeve û bi edebiyatê re mijûl bibe pêde dike. Heta niha berhemên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine belav kirin. Sê kitêbên wî yên kurteçîrokan bi navê [[Şevbihêrkên şevên xalî]] (2001), [[Duaya êvarê]] (2003) û [[Xanima Kozê]] (2005) derketine û herweha kitêbeke wî ya ceribandinê jî bi navê [[Çû]] ji nav weşanên DOZê, di sala 2006an de derketî ye.