Cudahiya di navbera guhertoyên "Orhan Dogan" de

No change in size ,  berî 14 salan
kurteya guhartinê tune ye
B (روبوت إضافة: nl:Orhan Doğan)
[[Wêne:orhan_dogan.jpeg|thumb|Orhan Dogan]]
[[Wêne:orhan_dogan.jpeg|thumb|Orhan Dogan]]'''Orhan Doğan''' (*[[25'ê tîrmehê]] [[1955]] li gundê [[Xelîla]] ya [[Kerboran]] a [[Mêrdîn]] - †[[28'ê pûşperê]] 2007 li [[Wan]]) siyasetmedar, dadnas û parlamenterekî Kurd bû.
 
Di malbateke karmend de ji dayîk bûye. Ji ber karê bavê xwe jiyan û xwandina xwe li gelek cihan bidawî kiriye. Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî sala [[1974]]'î de dest bi zankoya Fakûlteya Dadnasiyê ya [[Enqere]]yê dike. Dibe parêzer û di rewşên dijwar de parêzvaniya çalakgerên Kurd dike. Bi damezrandina partiya legal a Kurdan (li [[Bakurê Kurdistan]] û [[Tirkiyê]]) [[HADEPHEP]]ê ve dest bi karê polîtikayê dike. Wekî parlamenterê Kurd tê hilbijartin û dikeve meclîsa Komara Tirkiyê. Sala [[1994]]'î de bi darê zorê Doğan û parlamentêrên Kurd ên [[DEP]]ê, bi dijûn û geflêkirinan ji aliyê polîsên dewletê ve ji meclîsê tên derxistin û zîndanîkirin.
 
Doğan jî wekî [[Leyla Zana]], [[Selim Sadak]], [[Hatip Dicle]] nêzîkî 11 salî di girtîgehê de dimîne. Piştî serbestberdanê dîsa dest bi xebatên xwe yên polîtîk dike.
9281

guhartin