Vedat Aydin: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Luqman (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû hate tomar kirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 19:41, 28 tîrmeh 2007

Vedat Aydin, sala 1953’an de li gundê Heciya Kurdan ê girêdayî Bismilê ye ji dayîk bû. Di nava IHD û HEP'ê de cih girt. Serokê HEP'ê ê bajarê Amedê bû. 5’ê tîrmehê ya sala 1991’ê de polîsan Vedat Aydin ji mala wî birin û piştî vê bi 2 rojan li Madenê mirî hate dîtin. Di 10’ê tîrmeha sala 1991’ê de bi hezaran mirovên ku li ber derê avahiya HEP’ê ya Amedê kom bûn berê xwe dan Madenê û ketin rê. Bi hezaren kesên ku di wesayîtan de cih nedîtin û ji bo merasîma cenazeyî çûn ber Mizgefta Sûmerê. Kesên ku gihiştine Madenê ji 10 hezarî zêdetir bûn. Hemûyan erebeyên xwe bi pûşiyên kesk, sor û zer xemilandibûn. Karkeran kar berda, jin ji malê derketin û esnafan dikan girtin û tevli cenazeyê bûn. Jin, zarok, keçên ciwan kal û pîr jî bi dirûşman konvoy pêşwazî kirin û bi hezaran erebe ketin nava Amedê. Wê rojê li Amedê jiyan sekinîbû. Di dîroka Amedê de cara yekem bû ku ew qas leşker jî kom bûbûn. Konvoy di Ofîsê re derbas bû, rê ji aliyê polîsan ve hatibû girtin. Ji bo ku gel û konvoy negihije hev serê kûçeyan hatibû girtin. Ofîs bi girse û erebeyan hatibû dagirtin. Ên ji erebeyan peya dibûn berê xwe didan riya Mizgefta Sûmerê. Piştî ku 10 hezar mirovan nimêja cenazeyî kirin, ber bi Deriyê Mêrdînê ve bi rê ketin.