Peyv: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû hate tomar kirin
 
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 2:
 
== Zehmetiya pênasekirin û diyarkirina peyvê ==
Herçind e ko di piraniya awayên nivîskî yên zimanan da, peyv bi navberan ji hev dihên cidakirin, di hindek zimanên nivîskî yên mîna [[zimanê Çînî (ziman)|Çînî]] û [[zimanê Japonî (ziman)|Japonî]] da, peyv di nivîsînê da ji hev nahên cidakirin. Di zimanên dî yên mîna [[Inglîzî]] an [[Kurdî|Kurdiyê]] jî da, carina peyv hene ko cidacida dihên nivîsîn û navber parên ji hev cidayên wan ji hev vediqedînin. Mînakên wê di zimanê Inglîzî da ev in: ''ice cream'', ''cell phone''.
 
Pirsgirêk nemaze wê demê girantir dibit ko mirov qala [[zimanê sîntetîk|zimanên sîntetîk]] yên mîna [[Inuktitut]] bikit ko gelek keriyên peyvanî bi hevra girê didin. Ev kerî gelek bi zehmet ji hev dihên veniyasîn û cidakirin. Hindek zimanên mîna [[zimanê Vîyetnamî|Vîyetnamî]] hêşta zehmettir in jî, ji ber ko ramana navberê hemî caran jihevveqedandina peyvan nîne û gerek ji naveroka axivtinê mirov bizanit ka peyv kî ne.