Buxarî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Balyozxane (gotûbêj | beşdarî)
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B +Şablon:Bikarnanîna dîroka rms
Etîket: Betalkirî
Rêz 1:
{{Bikaranîna dîroka rms}}
'''Ebû Ebdullah Muhemmed ibn Îsmaîl el-Cûfî el-Buxarî''' an bi navê kurtî '''Buxarî''' 21ê Temûza sala 810an wek neviyê farisekî ji [[Buxara]]yê hate dinê. Hîn yanzdeh salî bû dest bi xwendina zanistiya [[hedîs]]an kir û şanzdeh salî çû [[Meke]]yê û [[Medîne]]yê [[hec]]a xwe kir. Li wê derê li zanistên herî bi nav û deng yên hedîsan guhdarî kir. Paşê çû [[Misir]]ê û şanzdeh salan li [[Asya]]yê geriya, ji van şanzdeh salan pênc li [[Besra]]yê borandin. Ew vegeriya axa bav û kalê xwe û li wir 31ê Tebaxa sala 870î mir. Ew bi pirtûka xwe ya hedîsan bi navê ''Camî us-sehîh'' bi nav û deng bûye. Di vê pirtûkê de wî ji hezaran hedîsên ku di dema gera xwe da naskiribûn tenê yên ku rastiya wan li gor îsnadê isbatbûyî bûn kom kirin. Ango eger ev hedîs li gor rêza kesên gotî bigihişta heta dema [[Muhemmed]] pêxember, wî hingî ev hedîs wekî rast dipejirand û kom dikir. Ev berhem yek ji şeş pirtûkên hedîsan e ku ji aliyê [[Îslam]] a sunnî tên pejirandin.