Ebubekir Pamukçu: Ferqa di neqeba guhartoyan de

166 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 15 salan
xerakirin ji shûnve anî..
(Ebûbekir Pamukcu tucar MHPî nebû, ev derewekî gir e)
(xerakirin ji shûnve anî..)
'''Ebubekir Pamukçu''' (*[[2'ê avrêlê]] [[1946]] li gundê [[Badûran]] a [[Çêrmik]] a [[Amed]]ê - 18'ê tîrmehê 1991 li [[Enqere]]) yek ji giregirên [[MHP]] ên berê û serokên projekta veqetandina Dimiliyan (Kirmanc, Kird, Zaza, Ginî hwd) ji Kurdên din û damezrandina dewleta bi navê [[Zazaistan]] e.
 
Perwerdeya mamostetiyê dîtiye û gelek salan mamostetî kiriye. Di nava refên hêzên rastgîr ''(Ülkücüler, Bozkurtlar)'' cihdigire û li dijî Kurd, çepgîr û sosyalîstan têdikoşe. Di rojname û kovaran de "Tirkbûna Kurdan" tîne zimên. Bi navê ''"Kurtuluş Savaşı - Şerê azadiyê"'' pirtûkek di sala [[1970]]'î de diweşîne û pesnê avabûna û têkoşîna dewletê li dijî dijminan dide. Bi qasî demek kurt têkilî bi [[Doğu Perinçek]] re datîne û piştî ku Perinçek ji aliyê çepgîran ve giran tê birîndarkirin, têkiliya xwe înkar dike.
 
Wekî endamekî dewletê dikeve nava hin kom û hizbên Kurdan û sîxuriyê dike lê di demeke kurt de tê pêderxistin. Di sala [[1984]]'î de rêxistineke Kurd ê bi navê Pêşeng bi daxûyaniyekê dide îlankirin ku ev kes ketiye nava refên rêxistina wan û ew peyayekê dewletê ye. Li ser vê daxûyaniyê Pamukçu êdî xwe venaşêre û dibêje ''"Erê wisa bû lê niha êdî nêrînên min hatine guhertin. Min têkiliya xwe biriye û êdî ez doza Zazayan dikim kû ew ne Kurd in".'' Tê gotin ku di heman salê de şerê çekdarî yê [[PKK]]yê destpêkiriye û dewlet dixwaze Kurdên Bakur wekî çawa berê bi Elewîtî - Sunnîtiyê ji hev parçedikir û bêhêz dihîşt îcar pedivî bi projekteke nû hebû û Pamukçu jî di vê projektê de cihdigirt heya mirina xwe.
9664

guhartin