Jean-Paul Sartre: Ferqa di neqeba guhartoyan de

12 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 1 salê
Agahîdank mirov/wîkîdane
B (Guhertoya 885571 ya Balyozxane (gotûbêj) şûnde kir qebûl nekiriye lê en.wiki jî kategorî kiriye)
Etîket: Betal bike
(Agahîdank mirov/wîkîdane)
{{Agahîdank mirov/wîkîdane
[[Wêne:Jean-Paul Sartre FP.JPG|thumb|Jean-Paul Sartre]]
| çînaser = nivîskar
}}
 
'''Jean-Paul Sartre''' (jdb. [[21ê hezîranê]] 1905, Parîs - m. [[15ê nîsanê]] [[1980]]) [[nivîskar]] û [[fîlozof]]ekî bi nav û deng ê [[fransî]] ye. Di [[21ê hezîranê]] ya sala [[1905]]an da li [[Parîs]]ê ji dayik bû. Bavê wî efserê hêzên deryayî bû û du salan piştî ji dayikbûna Sartreyî li [[Hindûçîn]]ê, tûşî nexweşîyeka wê deverê bû û taya dijwar û giyansoj dawiyê şemalka jiyana wî vemirand. Bi vî rengî toza sêwîtiyê li ser ser û çavên wî rûnişt. Ew li mala bapîr(bavê dayîka)ê xwe, ku navê wî Şarl Swaitzer bû û mamostayê zimanê elmanî bû, mezin bû. Dema jiyê wî bû yazde salî, dayîka wî careka din şû kir û wî jî ji neçarî li gel dayîka xwe bo bajarê Laroşlê cihê xwe veguhast. Li wir, Sartreyî xwendina xwe ya amadeyî bi dûmahîk anî û piştî borîna sê salan vegeriya [[Parîs]]ê. Li sala 1924an, li Zanîngeha Parîsê mijûlî xwendina felsefeyê bû û li sala 1939an bawernameya doktoraya felsefeyê bi dest xwe ve anî. Piştî bidawîhatina xwendinê; li Lohawir, Laon û paştirê jî li Parîsê, mijûlî wanegotina qonaxa amadeyiyê bû û berhemên mîna “Aşopkirin”(1936), “Dilrabûn”(1939), [[Dîwar (pirtûk)|Dîwar]](1939) û “Teoriya Hestan” dane weşanê.
Kurteçîroka wî ya bi navê [[Dîwar (pirtûk)|Dîwar]]ê zêdetir ji hemû çîrokên wî bûye cihê nîqaş û vekolînan. Berhema wî ya bi navê "Dilrabûn"ê, wek navdartirîn çîroka salê hatiye nasîn. Di wê demê da Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kir. Vî şerî gelek pirsgirêkên hizirî ji bo Sartreyî dane xuyakirin. Destpêkê, ji bo xizmetkirinê li Rêveberiya Keşnasiya Artêşê hat daxwazkirin, piştî borîna demeka kurt, hevdem li gel pêşveçûna serkeftina elmaniyan ya havîna 1940î, wek dîl(êxsîr) hatiye desteserkirin, lê bi zîrekî elmanî razî kirin ku wî ji ber hokarên mezacî û çavê wî yê nedirust radestî frensiyan bikin. Piştî vegera xwe ya bo Parîsê, gihîşte rêzên Tevgera Bergiriya Niştîmanî ya Fransayê. Li sala 1943yan, dema ku di Tevgera Bergiryê de, li gel desteyeka dîtra hizirvanan ku çalak bûn, her weha mijûlî weşana berhemên xwe yên felsefî bû. Şanonameya xwe ya ewil hevdem li gel wan rojan bi navê “Mêş” nivîsî. Sehm(tirs)a wî ji dagirkirina [[nazî]]yan, azarên gelê Fransayê û metirsiyên bi egera pişikdarbûna li Tevgera Bergiriyê, ew di bîr û boçûnên xwe de li ser rêwiştê mirovatiyê û azadiya hilbijartinê pirbawertir dikir. Li sala 1944an, şanonameya wî ya duyemîn ya bi navê “Derê Girtî”, piştî rizgarbûna Fransayê ji dagirkirina naziyan, li Parîsê hat weşandin. Li sala 1946an jimareya yekem a “Kovara Serdema Nû” weşand. Sartre, di navbera salên 1944-1948an de, serkeftî bû di weşana sê bergên ji romanên xwe yên bihevregirêdayî ya bi navê “Rêyên Azadiyê” ku ji çar bergan pêk dihat. Li sala 1946an, şanonameya “Toga Hurmetkar”, sala paştir “Cih”, “Wêje Çi ye?”, “Baudelaire” û “Der barê Kêşeya Cihûyan de”, nivîsîn. Di sala 1948an da, şanonameya “Miriyên Bêgor”, “Veşartin” û her weha pirtûka felsefî ya bi navê “Egzîstansiyalîzm û Resenayetiya Mirovî”, şanonameyên bi navê “Destên Lewitî “ û “Şeytan û Yezdan” ew berhem in yên ku Sartreyî ta berî salên pênciyan nivîsandin. Li sala 1951ê “Jana Pîroz”, li sala paştir jî “Kîn”, ku wergirtinek (îqtîbas) bû ji berhemên [[Alexander Dumas]]î, ya ji şanonameya “Nekrasov” li sala 195ê?, “Goşegîrên Altonayê” li sala 1959an, Rojnivîska Şerekî Seyr ku encama sefera wî ya bo welatê [[Kuba]]yê ya li salên destpêka [[Şoreşa Kubayê]] bû. Jean-Paul Sartre di [[15ê nîsanê]] ya sala [[1980]]an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.
6523

guhartin