Hevsengî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B clean up, typos fixed: minak → mînak AWB
Rêz 15:
3. coga asoyî (coga teniştê)
 
Coga pêşî û ya paşî bi awayek stûnî, a teniştê jî bi awayek asoyî bi kîsikê utrîkilê( ''utricle'') ya hundirê dalanê ve girêdayî ne. Her yek ji cogên kevanî ji kîsikê utrikilê dest pê dike û disa li utrikilê dawî dibe. Ji herdu seriyên lûleya her cogê, seriyek teng e, ya din li nezikê qulika utrikilê piçek fire û werimî ye. Ev beşa fire ya coga kevaniyê wekî ampul (''ampulla'') tê navkirin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Li nav ampulê de [[Hestewergir|hestewergirênhestewergir]]ên hevsengî yê coga kevanî heye<ref name="Essentials of Medical Physiology" />. Livîna goşeyî (bi îngilîzî: ''angular motion'') ya serî a ber bi jor û jêr, pêş û paş, çep û rast ji aliyê hersê cogên kevanî ve tê hestkirin.
 
Coga kevanî ya asoyî, livîna serî ya ji hêla rastê ber bi ya çepê an jî ji hêla çepê ber bi aliyê rastê ve dinase. Wekî mînak, kurdên [[Misilman|misliman]] li dawiya nimijê de silav didin “Es-selâmu aleykum ve rahmetûllah” û serê xwe ber bi aliyê rastê ve vedigerînin, paşê ji aliyê rastê ber bi aliyê çepê dizivirînin. Di vê demê de coga kevanî ya asoyî ji livîna serî agahdar dibe.
Rêz 21:
Coga jorî (coga pêşî), livîna serî ya ber bi pêş û paş dinase. Wekî mînak, gava mirov serê xwe dihejîne û dibêje erê erê.
 
Coga paşî, livîna serî ya ji sermilêk heta ya dinê dinase. (stû ber bi rastê an jî çêpê ditewe) wekî minakmînak, gava av dikeve guhê mirov, mirov serê xwe ber bi sermile ve ditewîne.
 
Di nav ampulên hersê cogên kevanî de pêkhateyek bi navê kupul (''cupula'') heye, kûlkên mûxaneyên hestê hevsengiyî di nav kupulê de cih digirin<ref name="Physiology" />. Kupul pêkhateyek nermokî ya mîna jel e. Ji ber herika endolîmfa nav cogên kevanî, kupul bi hêsanî dilive û kûlkên mûxaneyan ditewîne.
Rêz 31:
Çavê mirov girtî be an jî mirov di cihekî tarî be, dîsa ji mirov bi alîkariya van kîsikan hest dike ko kîjan alî jêr, kîjan alî jor e<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.</ref> . Hestewergir di nav utrîkilê de bi awayê asoyî, di sekulê de bi awayê stûnî cih bûne. Ango di navbera hestewergirên herdu kîsikokan da goşeya 90 pile heye<ref name="Essentials of Medical Physiology" />.
 
Di nav utrîkil û sekulê de pêkhateyek heye bi navê makul (macula). Makul li gel [[Xane|xaneyênxane]]yên din mûxaneyan ji lixwe digire. Makul jî bi perdeyek nermokî dapoşî ye. Navê vê perdeyê, perdeya otolîtî e.Serê kûlkên mûxaneyan di nav perdeya otolîtî de dirêjkî ye. Perdeya otolîtî belûrên kalsiyuma karbonat (CaCO<sub>3</sub>) lixwe digire. Hêza erdkêşê bandor li ser pirtikên kalsiyuma karbonatê (kevirên guh) dike. Ji ber ko rêzbûna hestewergiran di nav utrîkil û sekul de ne yek e, şeweyî çalakbûna wan jî ji hev cuda ye. Hestewergirên utrîkilê bi tewdana asoyî (bi îngilîzî:''horizontal acceleration'') çalak dibin. Wekî mînak, gava mirov di erebê (otomobîl) de diçe ji ber kêmbûn an jî zêdebûna leza otomobîlê tewdan çê dibe, utrîkil li gor vê tewdanê ji pozîsyona serî û laş agahdar dibe<ref name="McGraw-Hill"> Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Hestewergirin sekulê taybet in ji boy wergirtina tewdana stûnî (bi îngilîzî: ''vertical acceleration''). Wekî mînak, gava mirov di esansorê (''elevator'') de hildikişe an jî dadikeve tewdana stûnî çê dibe, sekul ji vê guherînê agahdar dibe. Tewdan dibe sedama tewîna kûlkên mûxaneyan, bi vî awayê mûxane [[erkê kar]] dide destpêkirin<ref name="McGraw-Hill" />.
 
== Rêbaza rêkxistina hevsengiya laş ==
 
Gava mîrov dilive di heman demê de serê mirov jî dilive an jî pozîsyona serî diguhere. Livîana serî dibe sedama livîna şileya endolîmfê ya cogên kevanî, utrîkil û sekulê<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. Endolîmf jî mûxaneyan ditewîne. Tewîna mûxaneyan hestewergirên mîkanîkî yên li ser [[Parzûna xaneyê|parzûna]] mûxaneyan çalak dike û ji boy alûgorkirina iyonan cogên parzûnê ve dike. Alûgorkirina iyonan, erkê kar dide destpêkirin. Ango enerjiya pestoya şileyê ji boy enerjiya elektrîkê tê veguherîn (hesteveguherandin). Bi erkê kar demareragihandin ji mûxaneyan tê guhêztin boy [[Demar|demarêndemar]]ên hevsengiyê (demarên dalanî). Bi navbeynkariya demarên hevsengiyê demareragihandin digihîje [[Qedê demax|lakêşemoxê]], ji wir jî tê şandin boy [[Mejîk|mejîkêmejîk]]ê<ref name="Essentials of Medical Physiology" />. Mejîk li gel guhê navî, ji çav, masûlke û gehan jî demareragihandin werdigire. Mejîk hemû ragihandinan rêk dixe, tekûz dike, paşê dişîne [[Mejî (mejiyê mezin)|tûkila mejî]], [[masûlke]] û [[Geh|gehangeh]]an. Bi vî awayê heke pozisyona laş de guherîn hebe, bi alîkariya masûlke û gehan ji boy pozîsyona nû ya laş hevsengî tê avakarin. Bi rêkxistina hevsengiyê, pozîsyona laş ji boy rewşa nû tê guhertin ko mirov li ser lingan bimîne û nekeve erdê. Her çiqas serê mirov bilive jî çavên mirov dikarin rasterast li xalek sabît binêrin. Bi vî awayê gava pozîsyona laş diguhere, çav hê jî bi awayekî çalak ji derdor agahî digirin<ref name="Anatomy and physiology" />.
 
Heke mirov çavên xwe bigire û li dora xwe 5- 6 caran bizivire, paşê bisekine û çavên xwe veke, gêjayî li mirov peyda dibe, mirov li erdê dikeve, nikare li ser piyan bisekine. Sedema vê rewşê xirabûna hevsengiya laş e. Gava mirov li dora xwe dizivire, wekî hemû beşên laş, cogên kevanî jî bi serê mirov re dizivire. Di nav cogên kevanî de şileya endolîmf heye. Di destpêka zivirînê de ji ber tewdana erdkêşê endolîmf di cihê xwe de dimînê. Ango cogên kevanî dilivin lê endolîmfa nav cogan paşê dilive. Ev rewş dibe sedema tewîna mûxaneyan û destpêkirina erkê kar. Di demek kurt de endolîmf jî dilive, leza zivira endolîmf û cogên kevanî yeksan dibe, mûxaneyên tewandî rast dibin. Îcar li dawiya zivirê, gava mirov disekine, cogên kevanî jî disekinin, lê herrika şileya endolîmfê di nav cogan de ji boy demek kurt didome. Endolîmf bi livîna xwe mûxaneyan disa ditewîne û erkê kar dide destpêkirin<ref name="Human biology15ed">Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Demareragihandin tê şandin boy mejîkê. Ango ji mejîkê wetrê serî he jî dizivire. Lê di heman demê de çav û masûlke jî demareragihandin dişînin mejîkê û mejîkê jî rawestana laş agahdar dikin<ref name="Human biology15ed" />. Ev rewş dibe sedema çêbûna tevlihevî di mejîkê de. Mejîk ji aliyekî de hewl dide ko pozîsyona laşê rawsetî rast bike, di heman demê de jî ragihandin dişîne masûlke û çavan bo berdewamiya zivira laş. Ji ber vî tevliheviyê mirov nikare bi hêsanî li ser piya bisekine, dewxa mirov tê û mirov dikeve erdê. Demek şûn ve livîna endolîmfê disekine, îcar li gel çav û masûlkeyan, ji guhê navî jî agahiya rawestîna laş digihîje mejîkê. Mejîk jî ragihandin dişîne masûlke, geh û çavan ji boy serastkirina pozîsyon û parastina hevsengiya laş.
Rêz 43:
== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}
 
[[Kategorî:Biyolojî]]