Dilemasûlke: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Dîwarê dil ku.jpg|thumb|385x385px|Ji bo şaneya dilemasûlke, peyva myokardiyum tê bikaranîn.]]
'''Dilemasûlke''' an jî '''masûlkeya dil''' (bi înglîzî: ''cardiac muscle'') yek ji sê corên [[Masûlke|masûlkeyan]] e.
 
Herwekî ji navê wê jî diyar e, ev masûlke tenê di pêkhateya [[Dilê mirov|dil]] de cih digire<ref name="Campbell" />. Di laş de mêjera dilemasûlkeyê li gor [[peykeremasûlke]] û [[Lûsemasûlke|lûsemasûlkeyê]] gellek hindik e. Bi girjbûn û xavbûna masûlkeyên guhike û [[Dilê mirov|zikokeyên dil]], [[xwîn]] ber bi hemû endam û [[Şane (biyolojî)|şaneyên]] laş ve tê pompekirin. Ango karê sereke ya dilemasûlkeyê, pompekirina xwînê ye<ref name="Human biology15ed">Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>.
 
Dîwarê dil ji sê çînan pêk tê; çîna derve perîkardiyum, çîna naverast miyokardiyummyokardiyum, çîna navî jî wekî endokardiyum tê navkirin. Miyokardiyum bi gelemperî ji dilemasûlkeyê pêk tê. Çîna dilemasûlke li dîwarê guhikeyên dil de tenik, li dîwarê zikokeyan de stûr e. Dilemasûlke herî zêde di dîwarê zikokeya çepê de stûr e<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. Ji bo şaneya dilemasûlke, peyva myokardiyum (bi înglîzî: ''myocardium'') tê bikaranîn<ref name="Human Biology." /><ref>Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9 </ref>.
 
== Pêkhateya dilemasûlke û xaneya dilemasûlkeyê ==