Lûsemasûlke: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 27:
'''Di [[Koendama herisê ya mirovan|koendama herisê]] de erkên lûsemasûlekeyê,'''
[[Wêne:Peristaltic movements of esophagus ku.png|thumb|400x400px|Xurek ji gewriyê heta gedeyê bi girjbûna lûsemasûlkeyên soriçikê tên guheztin.]]
Lûse masûlkeyên [[coga herisê]] bi girjbûn û xavbûnê, xurekemadeyan ji [[Gewriya mirov|gewriyê]] heta [[Tortorîk|tortorikê]] diguhêzînin. [[Enzîm|Enzîmên herisê]] û xurekan li nav hev dixin. Derfet didin ji bo mijîna xurekên herisbûyî. Di hêla guşeran (bi înglîzî: ''sphincters'') de lûse masûlke bi guvaştinê, guşerên [[Gede|gedeyê]] digire bi vî awayê xurek ji bo demek dirêj di nav gedeyê de dimînin, ev rewş firsend dide bo herisa mekenîk û ya [[Herisa kîmyayî|kîmyayî]] ya xurekan. Her wisa xurekên neherisbûyî jî di tortorîkê de tên embarkirin. Li kotahiya tortarîkê de kom (pind) heyê, guşerên komê dema derketina destavê tên vekirin lê di demen din de ji bo embarkirina pîsayî guşerên ji lûsemasûlke girtî ne.
 
'''Di [[koendama mîzê]] de erkên lûsemasûlekeyê,'''
Rêz 63:
Zincîra sivik a miyozînê (bi înglîzî: ''myosin light-chain'' )navê proteînek taybet e di xaneyên lûsemasûlkeyê de, di nav xaneyê de hebûna zincîra sivik a miyozînê dibe ko bi fosfat ve girêdayî be an jî bi awayekî serbest be. Bi zincîra sivik a miyozînê ve girêdana fosfatan, ji aliyê kalmodulîn ve tê rêkxistin. Girêdana fosfatê wekî fosfatîbûn (bi inglizi: ''phosphorylation'') tê navkirin. Ji bo fosfatîbûnê, li gel kalmodulîn û kalsiyumê, enzîmek jî navbeynkarî dike. Enzîma bi navê kînaza zîncîra sivik a miyozînê (bi înglîzî: ''light-chain kinase'' (MLCK) ji aliyê kalsiyum-kalmodulîn ve tê çalakkirin. Enzîma kînaza zîncîra sivik a miyozînê, fosfatîbûnê dide destpêkirin û zincîra sivik a miyozînê bi molekûlên fosfatê ve girê dibin. Bi fosfatê ve girêdana zincîra sivik, ji bo destpêkirina pêvajoya girjbûnê gava yekem a girîng e. Di heman demê de kalmodulîn bi proteîna kaldesmon (bi înglîzî: ''caldesmon'') ve girê dibe, ev pêkhateya nû tropomiyozîna li ser deziyê barîk ji cihê girêdana miyozînê dûr dixe. Ev rewş rê li ber avakirina panî pireyê ve dike. Fosfatîbûna panîpireyên miyozînê rê dide serikê miyozînê ko bi aktînê ve girê bibe. Rêjeya fosfatîbûna zincîrên sivik ên miyozînê hêza girjbûn û maweya girjbûna lûsemasûlkeyê diyar dike<ref name="Human Physiology" />. Girjbûna lûsemasûlkeyê li gor peykeremasûlkeyê gelek hêdî rû dide, lê lûsemasûlke zû nawestin û bi gelemperî bo demek dirêj çalak dimînin<ref name="Biology with Physiology">Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.</ref>. Pêdiviya lûsemasûlkeyan a bi enerjiya ATPyê ji ya peykeremasûlkeyan kêmtir e, loma lûsemasûlke bêrawestan û bêwestan dikarin bo demek dirêj çalak bimînin<ref name="Human anatomy" />.
 
Ji bo xavbûna lûsemasûlkeyan, cogên kalsiyumê yên li ser parzûna masûlkexaneyan tên girtin, kalsiyuma nav sarkoplazmayê bi navbeynkariya pompeyên kalsiyume ber bi derveyî xaneyê ve tên pompekirin. Bi vî awayê di nav xaneyê de xestiya kalsiyumê kêm dibe, kalmodulîn ji kînaza zîncîra sivik a miyozînê diqete, dawî li çalakiya eznîmêenzîmê tê. Enzîma fosfataza zincîra sivik a miyozînê ( bi înglîzî: ''myosin light-chain phosphatase'' ( MLCP )) fosfatên bi miyozînê ve girêdayê, ji miyozînê diqetîne. Dûrxistina fosfatan [[Peykeremasûlke|panîpireyê]] hildiweşîne, bi vî awayê masûlke xav dibe. Hêza girjbûn û xavbûna hemû lûsemasûlkeyan ne yek e. Di xaneyê de xestî û çalakiya du enzîman; kînaza zincîra sivik a miyozînê û fosfataza zincîra sivik a miyozînê hêz û leza girjbûna lûsemasûlkeyê diyar dikin<ref name="Human Physiology" />.
 
== Çavkanî ==