Dilê mirov: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 79:
[[Wêne:EKG-çerxa dillêdanê.png|thumb|250px| EKG û çerxa dillêdanê]]
[[Wêne:Electrocardiogram_of_a_healthy_man,_21_years_old.jpg|thumb|Elektrokardiyograma mirovek sax (tendurist) wîsa dixuyê.]]
Ji bo girjbûna masûlkeyên dil, ji girêkên dil sînyalên elektrîkê tê diristkirin. Makîneya Elektrokardiyogramê (EKG an jî ECG) dikare bi navbeynkariya elektrodan van sînyalên elektrîkê bişopîne<ref name="Campbell"/>. Bikaranîna makîneya elektrokardiyogramê, wekî elektrokardiyografî tê binavkirin. Makîneya elektrokardiyogramê ji aliyê zanyarê Almanî, Willem Einthoven ve di sala 1903 de hat çêkirin <ref>NOBELPRIZE.ORG, [https://www.nobelprize.org/educational/medicine/ecg/ecg-readmore.html ]The electrocardiogram – looking at the heart of electricity</ref>. Navê makîneyê bi almanî ” ''Elektrokardiogramm''” e. Bi alîkariya makîneya elektrokardiyogramê, mirov dikare rêça sînyalên ji girêkagirê sînoatrî derdikevin bişopîne. Bi şopandina rêça sînyalan, mirov dikare dema sîstol û dîastola guhike û zikokeyan diyar bike. Navê pelên sînyalên elektrîka dil bi tîpên P, Q, R, S, T tê nîşankirin. Sînyalên dibe sedema girjbûna guhikeyan, wekî pela P tê binavkirin. Pelên Q, R, S bi tevahî wekî kompleksa QRS tê bi navkirin. Girjbûna zikokeyan û xavbûna guhikeyan bi kompleksa QRS destpê dike. Her wisa pela T jî xavbûna zikokeyan dide destpêkirin. Elektrokardiyograma dilê mirovên tendurist, wekî EKG ya asayî tê navkirin. Ji bo EKGya asayî hin rêjeyên standard hene. Bi bikaranîna testa elektrokardiyogramê; ahenga dillêdanê, çalakiya çaviyên dil, qebareya çaviyên dil û masûlkeya dil, nexweşiyên perdeya dil, nexweşiyên ji ber derîçeyên dil, krîzên dil, pestoya xwîna dil, bi hêsanî eşkere dibe.
 
== Çavkanî ==