Dilê mirov: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 70:
[[Wêne:EKG-Herika sînyalên elektrîkê.png|thumb|250px|Herika sînyalên elektrîkê]]
[[Wêne:ECG_principle_slow.gif|thumb|250px|Dil sînyalên ji bo girjbûnê, tena serê xwe dirist dike]]
Dil endamek (organ) taybet e. Masûlkeyên dil bêhemdê mirov dixebitin. Ango girjbûn û xavbûna masûlkeyên dil di bin deshilatdariya mirov de nîn e. Ji ber vî taybetmendiya dil, [[Dilemasûlke|masûlkeyên dil]] wekî [[masûlkeyên xwenewîst]] tê binavkirin. Ji bo çalakiya masûlkeyan, pêdivî bi sinyalên elektrîkê heye. Ji xeynî masûlkeyên dil hemû masûlkeyên laş sinyalên elektrîkê ji [[Demarexane|demarexaneyên]] [[Koendama demarê|koendama demar]] digirin. Masûlkeyên dil jî bi sînyalên elektrîkê çalak dibin, lê dil sînyalên ji bo girjbûnê tena serê xwe dirist dike <ref name="Villee"/>. Li ser diwarê hundir a guhikê rastê de hin xaneyên taybet hene, komeleya van xaneyan wekî [[girêka sînoatrî]] binav dibe. Kontrola ahenga lêdana dil ji aliyê girêka sînoatrî ve tê rêvebirîn . Navê din a girêka sînotrî “çêkera"diristkera ahengalêdanê" dil”eye (bi Înglizî: ''pacemaker'')<ref>Collins Discovery Encyclopedia, 1st edition © HarperCollins Publishers 2005</ref>. Girêka sînoatrî sînyalên elektrîkê berhem dike û arasteyî masûlkeyên herdu guhikan dike. Bi vî awayê masûlkeyên guhikan girj dibin, xwîna nav guhikan aresteyê zikokan dibe. Sinyalên elektrîkê ji girêka sînoatrî xwe digîjin girêka duyemîn, ev girêk di navbera guhikê rastê û zikokê rastê de cih digire. Navê vî girêkê [[girêka atrîoventrîkî]] ye. Girêka atrîoventrîkî herrika sinyalên elektrîkê bi qasî 0,1 çîrke (saniye) dereng dixe, bi vî awayê ji boy guhikan firsend peyda dibe ku beriya zikokan çalak bibin. Sînyalên elektrîkê ji girêka atrîoventrîkî, derbasê gurzên His dibe. Gurzên His rîşalkên taybet ên masûlkeyên dil e, sînyalên elektrîkê ji girêka atrîoventrîkî digire û dişîne navbirka dil. Kardîologê swîsî Wilhelm His, Jr., di sala 1893 de erka van xaneyan diyar kir, loma paşnavê vî zanyarê li gurza van xaneyan hat dayîn. Gurzên Hîs ji du gurzan pêk tê, gurzêk dirêjê ber bi zikokê raste,a din jî dirêjê ber bi zikokê çepê dibe. Gurzên His lê diwarên zikokan şax didin û mina torek dîwarên zikokan dorpêç dikin. Ev pêkhate wekî [[rîşalkên Purkinje]] tê binavkirin. Van rîşalkên masûlkeyen dil di sala 1839î de ji aliyê zanyarên Çekî Jan Evangelista Purkinje (ii zimanê Çekî; Jan Evangelista Purkynë) ve hat kifşkirin. Gava sînyalên elektrîkê digihîje rîşalkên Purkinje, tora rîşalkên purkinje girjbûna masûlkeyen zikokan dide destpêkirin. Bi girjbûna zikokan xwîn ji dil, derbasê xwînberan dibe.
 
===Leza dillêdanê===